Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-05-12 16:35:37   ÎZMÎR - Pisporê Nexweşiyên Hûndirîn Dr. Galîp Berkan Dîngîloglû, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Endamê Odeya Bijîşkên Îzmîrê Pisporê Nexweşiyên Hûndirîn Bijîşk Galîp Berkan Dîngîloglû, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Dîngîloglû li nexweşxanê dihat dermankirin. Lê ligel hemû mûdaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, derbarê mirina Dîngîloglû de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ew êşa windakirina Dîngîloglû dijîn, ji malbat, xizim û xebatkartên tenduristiyê re sersaxî dixwazin.”   Bi mirina Dr. Dîngîloglû re, hejmara bijîşkên li Îzmîrê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan gehişt 4’an. Dr. Mûharrem Îdîz, Dr. Nûrî Îdîz û Opr. Dr. Nîhat Dayanikli ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da bûn.