Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me 2020-05-12 17:21:46 MÊRDÎN - Li Mêrdînê rêxistinên ÎHD, Baro, odeyên girêdayî TMMOB'ê û sendîkayên girêdayî KESK'ê li dijî êrîşa polîsan a ku li dijî zarokan li navçeya Nisêbînê pêk hat daxuyanî dan û gotin: “Destên xwe ji ser zarokên me vekişînin. Dest nedin zarokên me." Rêxistinan destnîşan kirin ku dê şopdarê dozê bin.      Li Mêrdînê Rêxistinên ku di navde ÎHD, Baro, TMMOB, KESK û odeyên girêdayî wan hene, li dijî êrîşa polîs a ku li Nisêbînê li dijî zarokan pêk anîn daxuyanî dan çapemeniyê. Rêxistinan xwestin li Parka Aştiyê ya Navçeya Nisêbînê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta destûra Qeymeqam tune, nehiştin li parkê daxuyaniye bidin. Rêxistinan li avahiya KESK'ê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Sekreterê Giştî yê Eegîtîm Senê Velat Kaya, diyar kir ku ev êrîş nayên qebûlkirin û wiha got: "Daxuyaniya ku qeymeqam da, ser meseleyê digire û bincil dike. Dixwaze van êrîşên polîsan rewa bikin. Em dizanin sebiqên dewletê ne paqij in. Em vê yekê ji kuştina Ugur Kaymaz, Berkin Elvan, Ceylan Onkol û gelek kesên bi vî rengî hatin kuştin dizanin. Em dibînin ku li vir kujer tên xelatkirin. Em ê şopdarê vê yekê bin. "    Piştre Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Nisêbinê Yakup Taşçi daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: "Zarokatî li ser siyasetê û nijadan e. Bi awayê ku polîs çekan berde hewa û berde ser pişta zarok, bi çekan zarokan bitirsîne û bi vê yekê neyê ser û dîsa zarok li pey xwe kaş bike, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di dîmen de polîs hîsek baş nîşanî zarokan nade. Ev tirs û tundiya li ser zarok dê di demê pêş de travmayekê ava bike. Dê zarok her tim di nava tirsekê de be.Rayedar dixwazin ser vê meseleyê bigirin. Her uniformayên fermî yên çekê bi xwere digerînin, divê ne xwedî erka ku kesan bikujin, birîndar bikin, bitirsinin û tundiyê liser wan bimeşînin. Divê bi lez ev polîs ji kar bê derxistin û der barê wî de doz bê vekirin û bêcezakirin. Em ê şopdarê vê yekê bin.    Em dê her tim li dijî vê tundiya li dijî zarokan sekna xwe berdewam bikin."