ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN 2020-05-13 09:00:58 * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, ji bo bûyera li Nisêbînê ku polîsan bi çekê dabû dû wî re got, "li kuçeyê awayê dijminatiya bi kurdan re". Gunay, bûyerên berê yên bi vî rengî bibîr xist û got, îqtidar "zirxê bêcezatiyê" dide polîsan.  * Yildiz Davran ku ji Girtîgeha Şakranê derket, anî ziman ku gava gardiyan dihatin qawîşan lepikên di destê xwe de derdixistin û dest didin her derî û got, girtiyên edlî yên xwarin belav dikirin jî bê maske û lepik bûn.    * Biharê bi rengê xwe Amedê xemilandiye. Li zeviyên nîsk û geniman, bûkanî û xerdelên zer çar hawirdorên zeviyan bi rengên xwe xemilandiye û hema bêje derdor veguherandine flamayeke kes û sor û zer.    * Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl kartal, piştî Komkujiya Somayê li ocaxan hilberîna mekanîzasyonî dest pê kiriye û karkerên ku li van ocaxan dişixulin şert û mercên wan girantir bûne û nexweşînên wan ê hilmijînê zêde bûne.    * Li Kizilcakoy a Aydinê careke din çêkirina JES'ê ketiye rojevê. Parêzer Akin Yakan, anî ziman ku di vê pêvajoyê de rapora ÇED'ê hatiye qebûlkirin û got, lê belê biryara hatiye girtin bi her awayî dijî hiqûqê ye.    * Ji parêzerên doza Komkujiya Somayê Sercan Aran, anî ziman ku bi qanûna înfazê ya nû re wê bersûc ji bi her karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye 6 rojab di girtîgehê de bimînin û paşê wê bên berdan.    * Nivîskar Bahattîn Robar, anî ziman ku tenê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xwedîderketina li kurdî wê asîmlasiyonê ji holê raneke û got: "Ziman, wekî ruhê mirov e. Heger tu ji zimanê xwe dûr bikevî, tu yê ji ruhê xwe jî dûr bikevî. Em ji ruhê xwe dûr nekevin û bedena xwe nekujin."    * Endamê Sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev têkildarî Cejna Zimanê Kurdî de xwest ku kurd di malên xwe de zarokên xwe hînî kurdî bikin û got: “Ya muhîm ewe ku mirov 365 rojan li ser kurdî bisekine, biaxive. Hêvî dikim ku kurd ne tenê vê heftiyê her tim xwedî li zimanê xwe derkevin.”   * Zimanzan Necmiye Alpay, anî ziman ku tu ziman ne di ser tu zimanî re ye û got, feraseta "li ber ingilîzî tirkî û li ber tirkî kurdî di asta jêr de ye", feraseteke ku tu hêleke wê ya zanyarî û insanî tuneye.   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd 19) de wê bên şopandin.    * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, wê derbarê êrîşên li dijî goristanan de li ber avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsên Jinan a HDK û rêxistinên jinan, wê derbarê qanûna înfazê de, li ber Navenda Giştî ya HDK'ê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)   * Rêxistinên civaka sîvîl û sendîkayên li Stenbol û Enqerê, ji bo salvegera Komkujiya Somayê wê çalakiyên cuda li dar bixin. (12.30 - 18.00)