Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan 2020-05-13 09:08:50 MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, ji bo bûyera li Nisêbînê ku polîsan bi çekê dabû dû wî re got, "li kuçeyê awayê dijminatiya bi kurdan re". Gunay, bûyerên berê yên bi vî rengî bibîr xist û got, îqtidar "zirxê bêcezatiyê" dide polîsan.  Li Nisêbîna Mêrdînê, gava zarok li baxçê TOKÎ'yan ji xwe re dilîstin polîsan bi çekan dabû dû wan û polîsekî jî B.E.'yç 8 salî zevt kiribû û biribû heta cihê wesayîta zirxî lê ye. Piştî dîmen derketin holê, nerazîbûn û bertek jî zêde bûn. Li ser vê Qeymeqamê Navçeyê jî daxuyandibû ku polîsê bi çengurê B.E. girtiye û biriye heya cihê wesayîta zirxî lê ye ji peywirê hatiye girtin.    Berdevka HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, serdana malbata B.E. kir û der barê bûyerê de axivî.    ŞIDET Û POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê    Gunay, anî ziman ku di dema şewba vîrûsa coronayê de li gelek bajaran şideta polîsan zêde bûye û got, ev yek ji ber karaktera AKP'ê ye. Gunay, destnîşan kir ku AKP keysperestiyê dike û siyaseteke ku otorîte û zilma xw ezêde bike dike. Gunay, bilêv kir ku sedema zêdebûna şideta polîsan polîtîkaya AKP'ê ye û got, çewisandin û şideta pêk tê hatiye asteke ku dibe cihê fikarên mezin. Gunay, diyar kir ku li Nisêbînê ne tenê zarok hemû kesên ku dengê çekan bihsîtine bi heman tarvmayê re rû bi rû mane.    DIJMINATIYA BI KURDAN RE   Gunay, bertek nîşanî daxuyaniya qeymeqam jî da ku di daxuyaniya xwe de gotibû "komeke ku kevir avêtine" û got: "Ew kevirê ku zarokekî biçûk davêje wê tu deverî xwînî neke. Zarok wekî lîstikek be kevir davêje. Di vir de pirsgirêka sereke bikaranîna hêzeke bêkontrol e. Her wiha heya niha kêm polîs ji ber îşkence û muameleya nebaş harine cezakirin. Hemû an bi çîroka 'dûrxistina ji peywirê' tayinî deverine din hatine kirin an jî bi awayekî din hatine xelatkirin."    Gunay, bûyera polîs Ercan Ûysalerê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ew danîbû ser Şîrketa anonîm a Anketê û xebatkareke şaredariyê taciz kiribû û ceza lê nehatibû birîn bibîr xist û got: "Ji bo bireve, rê li ber xistin. Ev bûyer girêdayî hev du ne. Li Edeneyê polîs li ber çavan ciwanek kuşt. Ev girêdayî nehesabdayînê ye. Bi taybetî jî li herêmên şer lê hene, pratîka dijminatiya îqtidarê ya bi kurdan re ew e ku polîs li nan kuçeyê çekê dispêre zarokan. Ji xwe heman serokomar gotibû 'zarok be jî jin be jî çi hewce bê wê bê kirin.' Polîs vê rihetiyê, vê hêzê ji vê yekê digirin."    POLÎSÊ KU MILÊ ZAROKEKÎ ŞIKANDIBÛ BIBÎR XIST    Gunay, got: "Li Kurdistanê gava em dadikevin kuçeyan, em li her derî şideta polîsan dibînin. Hê me wan dîmenên ku li Colemêrgê polîsan milê zarokekî şikandibû ji bîr nekirine. Heger ew polîs bihatana cezakirin, heger polîsê li Edeneyê bihata cezakirin, heger ên Buşra Kûyûn revandin û Ûgûr Kaymaz kuştin bihatana cezakirin, wê li Nisêbînê wisa bi wêrekî tev negeriyana. Îqtidar zirxekî bêcezatiyê dide wan û ew jî bi vî zirxî dilê wan çawa bixwaze wisa çekê dişixulînin."    MA / Ahmet Kanbal