'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî' 2020-05-13 09:09:38 ÎZMÎR - Yildiz Davran ku ji Girtîgeha Şakranê derket, anî ziman ku gava gardiyan dihatin qawîşan lepikên di destê xwe de derdixistin û dest didin her derî û got, girtiyên edlî yên xwarin belav dikirin jî bê maske û lepik bûn.  Yildiz Davran ku di 1'ê Adara 2017'an de li Colemêrgê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di 10'ê Gulanê de ji Girtîgeha Jina ya Şakranê derket. Davran, anî ziman ku li Şakranê li 3 qawîşan bi giştî 44 girtî û 3 zarok hene.    Davran, di 10'ê Gulanê roja Yekşemê hatiye berdan, lê belê ji ber ku qedexeya derketina derve hebû bi zor û heft bela çûye mala xwe   Davran, destnîşan kir ku li Şakranê li dijî şewba coronayê tevdîr nedihatin girtin û got, maske, lepik û amûrên paqijiyê nedidan wan. Davran, diyar kir ku di rojan carekê nîvê qedeha çayê ava kincan didan wan û got: "Me xwe bi xwe tevdîrên xwe digirtin. Em ji bo hevdîtina telefonê derdiketin. Girtiyên edlî jî ew telefon bi kar dianîn. Gava em diçûn me bi xwe re potikên biderman dibirin û pê ankesorên telefonê paqij dikirin. Me tim qawîşên xwe dişûştin. 4 qawîşên girtiyên siyasî hebûn. Lê belê îdareyê ji me re got wê heya demekê qawîşa çaran bikin cihê kontrolkirina tenduristiyê. Me jîq ebûl kir. Paşê me dît ku ew der kirine odeya karantînayê. Kesên dibirin nexweşxaneyê, gava wan dianîn 14 rojan li wir didan sekinandin. Hê jî amûrên hevalên me li wê qawîşê ne."    RADYO Û ROJNAME TUNE NE    Davran, bilêv kir ku tu rojname nedidan wan, nameyên wan nedidan wan û dest datanîns er pirtûkên wan û got, xwarina girtîgehê jî pir xirab bûye. Davran, got: "Radyoyên me tunebûn û nedidan me. Girtiyên edlî xwarin belav dikirin. Lê belê lepik û maske bi kar nedianîn. Me ji îdareya girtîgehê re digot. dareyê jî digot, 'girtiyên edlî yên berê bi qanûna înfazê re hatine berdan, ev nû ne hê neelimandîne.' Me ji bo neheqiyên li girtîgejê gelek caran daxwazname nivîsandin. Lê belê aqûbeta daxwaznameyên me nediyar bû. Çimkî tu ebrsiv nedihat. Çendî ku me hevdîtin bi îdareyê re çêdikirin jî lê heman helwest û liv û tevger dewam dikirin. Bi taybetî jî gardiyan dixwestin me tehrîk bikin. Hin gardiyan gava dihatin qawîşê mexsûs lepik û maskeyên xwe deridixistin. Me bertek nîşan dida, lê dibû roja din dîsa heman tişt dikirin."    DEMILDEST DIVÊ BÊN BERDAN    Davran, diyar kir ku li Girtîgeha Jina ya Şakranê li qawîşa siyasiyan 3 zarok hene û got, girtiyên di ser 60 salî re jî hene. Davran, da zanîn ku li girtîgehê girtiya nexweşîna wê giran Fatma Ozbay, nayê tedawîkirin û got: "Wê nedibirin nexweşxaneyê.Pençeşêra pêsîran lê peyda bûye û pêsîrek wê hatiye jêkirin. Yanî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Fatma Ozbay, niha hema bêje xweşikî nikare bimeşe jî. Xwişka wê Gulser Ozbay û keçxaleta wê Aynûr Eplî jî di heman qawîşê de ne. Demildest divê bê berdan. Gava me bi telefonê binpêkirinên mafan ên li grtîgehê ji malbatên xwe re digotin, roja dinê îdareyê davêt ser qawîşan. Amûrên me belawela dikirin û est didan wan. Di demên dawî de hema bêje her hefte davêtins er qawîşan. Me ji gardiyanan re digot li hundir nexweşa rewşa wê giran heye, lê radibûn amûrên wê jî talan dikirin. Ên nexweşînên wan ên kronîk hebûn ji xwe bi tu awayî wan nedibirin revîr û nexweşxaneyê, tenê derman didan wan."    Davran, diyar kir ku gava hatiye berdan îdareya girtîgehê lepik û maske nedane wê û jê re gotine ji kantînê bikire.    MA / Rûken Demîr