Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne 2020-05-13 09:11:10   AMED – Biharê bi rengê xwe Amedê xemilandiye. Li zeviyên nîsk û geniman, bûkanî û xerdelên zer çar hawirdorên zeviyan bi rengên xwe xemilandiye û hema bêje derdor veguherandine flamayeke kes û sor û zer.    Li ser rêya Amed û Farqînê ango rêya Bedlîs û Amedê zeviyên nîsk û geniman bi rengê kesk, sor û zer xemiliye û rengên xwezaya biharê radixe ber çavan. Di van rojên Gulanê yên ber bi dawiya demsala biharê de bûkaniyên sor (xaşxaş, bûkik) ku bi taybetî li nava zeviyên nîskan şîn hatine, ser rûyê erdê sor kirine. Ev cihên ku bi kulîlkên sor xemilîne hema bêje coş û peroşiya biharê dide der.    Li gel rengê bûkaniyan, kulîlkên xerdelê jî xemla xwe ya zer nîşan dane û ev reng li nav hev ketine û zevî veguharandine armoniyekê.    BÛKANÎ   Temenê bûkaniyan pir kurt e. Çend rojan xwe nîşanî mirovan didin, xwezayê dixemilînin û pişt re pelê wan reş dibin û diweşin. Bûkanî, bi taybetî di serê meha Gulanê de xemla xwe ya sor nîşan didin û heta derdora 20’ê Gulanê diçilmisin. Her wiha şîrê bûkaniyan jî dema însan li destê xwe dixe wekî hineyê destê mirov sor dike.    XERDEL   Xerdel jî giyayek kulîlkzer e ku li nêzî avan şîn dibe û tê qelandin û xwarin yan jî biharateke tûj jê tê çêkirin. Her wiha xerdel beriya nêrek ango kulîlkên xwe zer bike pincara wê jî tê çinîn û xwarin.   MA / Bîlal Guldem