Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye! 2020-05-13 09:15:08 MANÎSA - Ji parêzerên doza Komkujiya Somayê Sercan Aran, anî ziman ku bi qanûna înfazê ya nû re wê bersûc ji bi her karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye 6 rojab di girtîgehê de bimînin û paşê wê bên berdan.  Di ser Komkujiya Somayê re 6 sal derbas bûn lê belê hê jî birîna wê nekewiyaye. Malbatên ku bi salan e ji bo edaletê têdikoşin, bi qanûna înfazê ya nû re ew hêvî wan a ji bo edaletê jî nema. Ji parêzerên doza Komkujiya Somayê Sercan Aran, diyar kir ku bi qanûna nû ya înfazê re wê bersûc ji bo her karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye 6 rojan di girtîgehê de bimînin û bên berdan.    HATINE XELATKIRIN    Aran, destnîşan kir ku ji serî de hewl didin ku bersûc bi kuştina qesdî bên darizandin, lê belê ligel ev qas rapor û delîlan jî daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Aran, anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de pêşî dozger, dû re jî dadger hatiye guherandin û herî dawî jî serokê dadgehê hatiye guherandin. Aran, diyar kir ku niha kesekî ku berê serokê dadgeha ku doza komkujiya Çollolar lê dihat lidarxistin bûye serokê dadgehê û got: "Ev kes li elbîstanê ji bo bersûcan biryara beraatê dabû. Ji xwe piştî vê me pê derxist u wê doz be rbi ku ve biçe. Taliyê cezayekî wekî xelatê da bersûcan. Me îtiraz kir û me serî li îstinafê dabû. Çimkî ên biryar dane bi tu awayî bersûc nedane ber lêpirsînê, dosye baş lêkolîn nekirine, guh nedane tu şahid û mexdûran. Lê belê Dadgeha Îstinafê jî zûzûka biryara dadgeha herêmî erê kir û Can Gurkan berda. Niha biryar li Dadgeha Bilind e."    ‘DIVÊ AYM BIRYARA BINPÊKIRINÊ BIDE'    Aran, diyar kir ku qanûna înfazê azadiya fikr û ramanê di xwe de nahewîne û got: "Çimkî ji hêla îqtidarê ve, tawanbarkirina her kesî pir rihet e. Ji ber vê jî mirov bi hêsanî tên darizandin. Ji xwe bi berdana Alattîn Çakici kifş bû ku qanûna înfazê kê diparêze. Ev qanûna înfazê bi her awayî dijî rêgeza wekheviyê ye. Îjar heger Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) pakêta înfaê di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de binirxîne, divê biryara binpêkirina mafan bide."    Aran, anî ziman ku di warê mafên bingehîn û azadiyan de zext û zorî pir bûne û got, niha hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê em dibînin ku ew destkeftî, mafên bingehîn û azadiyên ku mirovan bi bedêlên giran bi dest xistibûn, li gor polîtîkayên îqtidaran tên tunekirin. Aran, diyar kir ku Tirkiye di warê demokrasiyê de 100 sal paş de çûye.    MA / Sevda Aydin