Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye 2020-05-13 09:16:22 STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay, anî ziman ku tu ziman ne di ser tu zimanî re ye û got, feraseta "li ber ingilîzî tirkî û li ber tirkî kurdî di asta jêr de ye", feraseteke ku tu hêleke wê ya zanyarî û insanî tuneye. 15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'yan de ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve li Şamê dest bi weşana wê hat kirin, ji sala 2006'an ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.   Bi boneya vê rojê Zimanzan Necmiye Alpay, polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser zimanan nirxand.   GELEK ZIMAN DI XETEREYÊ DE NE   Alpay, destnîşan kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê ji ber pergala serdest hebûna gelek zimanan di xetereyê de ye. Alpay, got: "Wekî Wallersteîn jî gotî; 'Pergala Cîhanê' wekî qanûna daristanê dşixule. Kî karibe bi kê. Ziman jî ne derî vê mekanîzmaya serdestiyê ne û di nav nahpikên siyasetê de ne. Kedxwarî yek bi yek celebên giyaneweran tune dikin û polîtîkayên emperyal jî çand û zimanan tune dikin."   NETEHEMULKIRINA KURDÎ   Alpay, anî ziman ku li Tirkiyeyê jî bi avakirina komarê re polîtîkayên pîşesazîbûyîna kapîtalst esas hatine girtin û bi van polîtîkayan tekparêzî li her derî tê ferzkirin û got, ji ber vê wekî gelek zimanan kurdî jî nesîb ji van polîtîkayên tunekirinê girtiye. Alpay, diyar kir ku tehemlukiirina kurdî 'bisînor' e û got, ev netehemulkirin jî bi manîpulekirina û 'terorîzekirin' xebatên parastin, pêşxistin û zîndekirinê derdikevin holê û got, ji duh heya niha heman polîtîka hê jî di dewrê de ne.   ASÎMLASIYON   Alpay, destnîşan kir ku civak ji bo jiyana xwe bi awayekî bidomînin pêdiviya wan bi zimanekî hevpar çêdibe û got: "Hûn li ser kîjan yekeya civakiyî hûr dibin bibin, jiyana pev re bi zimanekî hevpar mimkun e. Welatên Yekîtiya Ewropayê û dewlet hemû li ber vê rastiyê li gor stratejiyên xwe polîtîkayên asîmlasiyonê dikin. Her wiha mirov jî ji ber hin fikaran, ji bo silametiya zarokên xwe û ji bo jiyaneke xurt, dewlemend daxilî nav asîmlasiyona dildariyî dibin. Her wiha car heye pîşeyên 'pêşeroja wan heye', li gor ên kevneşopiyî hê cazîptir dixuyên."   ‘TU ZIMAN NE DI SER TU ZIMANÎ RE YE'   Alpay, destnîşan kir ku tu ziman ne di ser tu zimanî re ye û got, feraseta li ber ingilîzî tirkî û li ber tirkî kurdî di asta jêr de ye, tu hêleke wê ya zanyarî û insanî tuneye.   PÊKVEBÛN ŞERT E   Her wiha Alpay, destnîşan kir ku ji bo jiderheqderketina zor û zehmetiyên li ber zimanan jî pêdivî bi pêkvebûnê heye û got, ev yek jî di çarçoveyeke aştiyî de derdikeve holê. Alpay, herî dawî cejna Cejna Zimanê Kurdî li nivîskarên kurd û zimanzanan pîroz kir.   MA / Mehmet Aslan