‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’ 2020-05-13 09:39:34 AMED - Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev têkildarî Cejna Zimanê Kurdî xwest ku kurd di malên xwe de zarokên xwe hînî kurdî bikin û got: “Ya muhîm ewe ku mirov 365 rojan li ser kurdî bisekine û biaxive. Hêvî dikim ku kurd ne tenê vê heftiyê her tim xwedî li zimanê xwe derkevin.” Kurd, ji sala 2006'an û vir ve her sal di 15'ê Gulanê de ji ber Kovara Hawarê di 15'ê Gulana 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ku ji bo pêşvebirin û parastina çand û zimanê kurdî hat damezrandin ji ber şewba vîrusa coronayê xebatên xwe li ser onlinê rêvedibe. Endamê Sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev der barê xebatên xwe yên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de nirxandin kir.    XEBAT WÊ 5 ROJAN BIDOMIN   Berşev, bibîrxist ku Tor serê sala 2020’an hat avakirin û wiha got: “Di bin banê Torê de 18 maseyên me hene. Em di nava xwe de dixebitin. Piştî damezrandina Torê ji ber ku şewba vîrusa coronayê dest pê kir mixabin kar me hinek dabû sekinandin. Me piştevaniya saziyên ziman yên weke dayîna dersên online kir. Xebatên me yên ji bo 15’ê Gulanê dê 5 rojan bidomin. Em bi saziyên Weqfa Mezopotamyayê, Enstituya Kurdî ya Stenbol, MED-DER, Komeleya Jinê ya Rosa re dixebitin. Rojê em ê du bername çêbikin. Xebatên me hemû li ser medya civakî û youtube çêdibin. Bi rastî me digo em ê li her bajarî mîhrîcan çêbikin li Batman, li Amed, li Colemêrg, li Wanê lê mixabin ji ber vîrusa coronayê çênebû. Di her bernameyê de dê weşana zindî were çêkirin. Hinek bername li ser zarokan e. Ma mûzîk destpêkê ji bo zarokên kurdan dê konserek çêbike. Dê bername 13’ê mehê de dest pê bike 17’ê mehê dê biqede.”   ROJA 15’Ê GULANÊ BI HEMÛ TELEVÎZYONÊN KURDÎ RE WEŞANA ZINDÎ   Berşev, diyar kir ku di vê Cejan Zimanê Kurdî de dê Baba Tahirê Hemedanî derxînin pêş û wiha axivî: “Wek Tor me goti bû sala 2020’an Sala Baba Tahirê Hemedanî an jî Uryan e. Li ser vê mijarê jî bernameyeke me heye. Di 15’ê Gulanê bi hemû televîzyonên kurdan re ji Stêrkê heya Ronahiyê, K24 û çend qenalên din jî em ê weşana zindî çêbikin. Dê di wê bernameyê de Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglû, Kendal Nezan, Zana Farqînî hebe. Dê bernameyeke têr û tejî be. Bernameya dawî jî di 17’ê mehê de ye. Heya ku ji destê me hat em ê 4 zaravayên kurdî bernameyan çêbikin.”   ‘ZAROKÊN XWE HÎNÎ KURDÎ BIKIN’   Berşev, dest nîşan kir ku kurd di malên xwe de zarokên xwe hînî kurdî bikin û wiha berdewam kir: “Bila kurd ji zarokên xwe re kurdî bidin hez kirin. Em wek Tora Çand û Ziman dixwazin ne tenê Cejna ziman de her tim kurdî di qadan de be. Di 15’ê Gulanê de tenê dixwazin hişyariyekê bidin gelê xwe lê ya muhîm ewe ku mirov 365 rojan li ser kurdî bisekine, biaxive. Hêvî dikim ku kurd ne tenê vê heftiyê her tim xwedî li zimanê xwe derkevin.”   MA / Fahrettîn Kiliç /Ayşe Surme