‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e' 2020-05-13 09:48:48   STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer, bertek nîşani nêzîkatî û polîtîkayên AKP’ê yen li dijî baro û rêxistinên pîşeyî da û got: “Ev hewldana AKP'ê perçeyek ji polîtîkayên bêtesîrkirina hêzên muxalif in. Pergala hilbijartina baroyan a tê plankirin ji Destûra Bingehîn a Cuntayê xerabtir e."    Serokê AKP'ê û Serokomar Tayip Erdogan di 5'ê Gulanê de di civîna Lijneya Navendî ya Partiya xwe de diyar kiribû ku pêwist e bi lezgîn di hilbijartinên baroyon û rêxistinên pîşeyî de guh hertin bên kirin. Bi vê gotinê bertek û nerazibûnên li dijî gotina Erdogan zêde dibin. Gelek baroyan bertek nîşanî Erodgan dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Dîsa rêxistinên pîşeyî bertek nîşan dan. Baroyan diyar kirin ku bi vê yekê dixwazin Mafê Parastinê tune bikin.    Parêzer Galizar Tuncer, têkildarî van polîtîkên  Erdogan û AKP'ê nirxandin kir û got: "Îqtîdar demek diêj e ji baroyan û rêxistinên civakî û pîşeyî bêzar e. Ev nêzîkatî nîşaneya zordestî û keyfî ye. Em bi vê yekê carek din pir aşkere dibînin ku dixwazin bi vê pergala Serokomariyê her tiştî di destê xwe de bigirin û her tiştî li gorî kefya xwe û daxwazên xwe bi rêve bibin. Em dibînin ku ev pergal li ser zordestiyê hatiye avakirin û dixwaze li ser civakê serweriya xwe pêş bixe."    Tûnçer, xwest guhertina pergala hilbijartina baroyan wekî tiştekî hêzan neyê destgirtin û wiha berdewam kir: "Dixwazin bi amadekariyek pir berfireh erk û hêza baroyan kêm bikin. Dixwazin baroyan bêtesîr û belav bikin. Ev îqtîdara siyasî dixwaze hemû kesên li gorî wê nefikirin û ne girêdayî wê bin belav bike û  li dijî wan dijminantiyê pêş dixe. Îqtîdar bi vê guhertinê dixwaze asta parêzeriyê û statuya parêzeriyê biguherîne û daxe. Bi vê yekê dixwaze bandora baroyên Stenbol, Îzmîr, Enqere  û Amedê yên ku dimek dirêj e ji wan bêzar e, kêm bike. Bi vê guhertinê dixwazin baroyan bêdeng bikin."    Tuncel, da zanîn ku berê ji bo her 300 endamî delegeyek dihat hilbijartin, lê niha dixwazin ji bo her 1000 endamî delegeyekî hilbijêrin. Dixwazin bivê yekê rêxistinên pîşeyî perçe bikin. Ev ne tenê li dijî hilbijartina demokratîk e. Di heman demê de dixwazin baroyên girêdayî îqtîdarê ava bikin. Dixwazin di vê pêvajoya neheqî û binpêkirina mafan zêde dibe de baroyan bêdeng bikin. Dixwazin kesên li dijî neheqî û bê hiqûqiyê derdikevin bêdeng bikin."    Tuncer, anî ziman ku li bajarekî hebûna "Pir Baro", "Baroyên alternatîf"  xeyala cemaatê û tarikatan bû û wiha bi dawî kir: "Îqtîdara ku dixwaze baroyan bêhêz bike, dixwaze piştgiryê bide vê fikrê. Hem li gorî Destûra Bingehîn û hem jî li gorî Zagona Parêzeriyê Baro aydî cemaweriyê ne. Nûnertiya lêgerîna maf û azadiyan û lêgerîna edaletê dikin. Dîsa xwedî erkin ku li diji neheqî û bê hiqûqiyê derkevin. Xwedî erkin ku mafên mirovan biparêzin û mafan qezenç bikin. Ev ji Destûra Bingehîn a cuntaya eskerî ya 1982'an hîn xerabtir e.    Li dijî hebûna rêxistinên pîşeyî yên tenduristî, hiqûq, mîmarî, endezyarî, plangeriya bajar û hemû qadên civakî bêtehamuliyek heye. Ev perçeyê vê polîtîkaya neqebûlkirinê ye. Divê em hemû rêxistinên pîşeyî û sivîl û baro bi hemû hêzên xwe li dijî vê yekê derkevin."    MA / Erdogan Alayumat