Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye 2020-05-13 10:08:43   EDENE - Bûrhan Erol ê ji Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû hat berdan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî şewbê bergiriyên têr nagire û gardiyan bi awayekê provokatîf nêz dibin.    Bûrhan Erol ê di 7'ê Gulanê de ji Girtîghea Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû ya Mereşê hat berdan, bin pê kirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Erol, diyar kir ku bi awayekê pergalî di girtîgehê de zext hene û wiha axivî: "Ji roja ku ketim girtîgehê û heya derketim, ez rastî kiryarên xirab hatim. Hejmara li ser piyan her tim ferzî me dikarin. Dema em li dij derdiketin jî em derp dikirin."   Erol, bal kişand ser pirsgirêkên heyî yên li girtîgehê û wiha got: "Ferzkirina hejmara li ser piyan niha bi dawî bû ye. Lê dema ku gardiyan ji bo hejmarê dikevin qawîşan, nêzîkatiyên provokatîf nîşan didin. Pirtûkan piştî bi mehan didin girtiyan. Nameyên me qet ne didan me. Xwarin kêm didan me. Rêveberiya girtîgehê di warê şewba vîrûsa koronayê de bergiriyên têr nagire. Amûrên paqijî nadin girtiyan."