Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan 2020-05-13 10:10:23 AMED - Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku wan di çarçoveya “Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira” de li Amedê piştgiriya deh hezar malbat kirine û banga piştevaniya kampanyayê li xelkê kir.   Kampanyaya “Malbata Xwişk û Bira” ya HDP’ê ku li dijî vîrûsa koronayê daye destpêkirin didome. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik milê kampanyayê yê Amedê nirxand. Uyanik da zanîn ku wan heta niha li Amedê di çarçoveya vê kampanyayê de bi 10 hezar malbatan re peywendî danîne û alîkariya zexîre dane 4 hezar malbatan û ji bo 800 malbatan jî ‘malbata xwişk û bira” hat dîtin.   Uyanik da anî ziman ku wan li her devera Amedê dest bi tespîta malbatan pêdiviya wan bi piştgirî û alîkariyê hene kirine û ev peywendiya wan a li cem gel didome.   Uyanik diyar kir ku ji ber koronayê tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê di rojên zehmet de derbas dibe û îqtîdar di vê pêvajoyê de li şûna alîkariya xelkê bike lê ketiye şûna xelkê û alîkarî xwestiye.   'ÎQTÎDAR DIXWAZE HER KES GIRÊDAYÎ WAN BE’   Uyanik destnîşan kir ku wan ji bo siberoja însanan û rewşa nediyar a pandemiyê vê kampanyayê dane destpêkirin û got: “Bendewariya xelkê ji HDP’ê pir e. Gelek serlêdan ji bo me hene. Hejarî di vê deme de hin bêtir zêde bû. Lê dewlet û rayedar berpirsiyariya xwe ya dewletbûnê naynin cih. Dewlet di şûna piştevanî û alîkariyê de zextê li muxalefetê û xelkê dike û dixwaze her kes girêdayî wan be.”   ‘PIŞTEVANÎ HEWCE YE’   Uyanik anî ziman ku kampanya wan didome û pêdiviya kampanya wan bi piştevaniyê heye û dê peyewendiya wan li cem xelkê bidome. Uyanik da zanîn ku ev pêvajoya şewba giran bi piştevanî û alîkariyê mimkin e ji ser xwe biavêjin.