Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye 2020-05-13 11:32:22 ENQERE – Parêzer Îlyas Dogan, diyar kir ku di dosya Nadîra Kadîrova de gelek pirs hene û ev tişt got: “Li gel angaşta întîharê jî rapora derûniyê ku ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hatiye xwestin di dosyayê de tuneye.” Parêzerên Nadîa Kadîrova ku di 23’ê îlona 2019’an de li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal a li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, amadekarî dikin ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komare ya Enqereyê ve tê meşandin de di 2’ê adarê de biryara “neşopandinê” hatibû dayîn. Îttîraza ji bo vê biryarê hatibû dayîn, hatibû redkirin. Parêzerê Kadîrova Prof. Dr. Îlyas Doğan, pirsên di dosyayê de û delîlên ku nehatine lêkolînkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.   ENCAMA RAPORA ATK’Ê TUNEYE   Dogan, da zanîn ku li gel ku tê angaştkirin Kadîrova întîhar kiriye jî di dosyayê de têkildarî rewşa derûnî ya Kadîrov tu delîlek şênber tuneye û derbarê dosyayê de ev agahî parve kirin: “Dozger, ji pisporên Zanîngeha Gaziyê xwestiye ku têkildarî derûniya Nadîrayê ve lêkolînek bikin, lê zanîngehê gotiye ku pisporên wan ên vê raporê amade bikin tunene. Piştre dozger, heman daxwazê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê kiriye, le veger tuneye. Di dosyayê de daxwaza dozger heye, lê bersiv tuneye. Ya bersiv hatiye dayîn li dosyayê nehatiye barkirin an jî dozger pêwistî bi şopandinê nedîtiye.”   LÊKOLÎNEN GIRÎNG NEHATINE KIRIN   Di berdewamêde Dogan, diyar kir ku îhtîmala ku destdirêjî li Kadîrovayê hatibe kirin heye û wiha got: “Di dosyayê de dermaneke ku di bûyerên destdirêjiyê de tê bikaranîn heye. Lê ev bala dozger nekişandiye. Li ser pênûsa ku Kadîrova nameya xatirxwestinê pê nivîsandiye lêkolîna şopa dest nehatiye kirin. Teza herî girîng a dozger întîharkirin e, lê meraq nekiriye ku pênûsa ku pê nameya întîharê hatiye nivîsandin, kî bi kar aniye. Dîsa îfadeyên polis û û xebatkarên tenduristiyê ku deriyê odeya Kadîrova şikandine û mudaxaleyî wê kirine nehatine girtin. Ev ji bo ronîkirina bûyerê hûrgiliyên girîng in.”   WÊ JI AYM’Ê VEGERE   Dogan, destnîşan kir ku ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve pirsên di dosyayê de nehatine ronîkirin û ev tişt anî ziman: “Ev jî tê wateya ku lêpirsîn bi kêmasî hatiye birêvebirin. Ji bilî çûyîna Dadgeha Destûra Bingehîn hilbijarteyeke din tuneye. Ji bo ku întîhar bê gotin divê guman ji holê bên rakirin. Ji ber ku pêwistî bi berhevkirina delîlên girîng nehatiye dîtin, rê li ber gumana întîharê vebûye. Heke cinayet hebe ev bê lêkolîna delîlan nikare derkeve holê. Divê delîl bên berhevkirin, Heke delîl hebin divê bê girtin û cezakirin. Ez bawerim ku wê ev neheqî ji AYM’ê vegere.”   MA / Berîvan Altan