Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn 2020-05-13 11:33:03 OSMANIYE – Vê carê jî girtiyê nexweş Sabrî Kaya roviyên wî xwîn bûn û rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Sabrî Kaya li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin. Vê carê jî roviyên Sabrî Kaya xwîn bûn. Rewşa Kaya dûh nîvro ji ber xwînbûna roviyên wî dîsa xera bû û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Hat zanîn ku xwîn dane Kaya û xetereya jiyana wî didome.   Me têkildarî mijarê bi keça Kaya, Dîlan Kaya re hevdîtin kir. Dîlan Kaya da zanîn ku rewşa bavê di xetereyê de ye û wiha got: “Ji sedî 60 xetereya jiyana bavê min heye. Hêj xwînê didinê. Hêj xwîna wî temam nebûye. Her wiha xwîna spî jî didinê. Xwînbûn sekiniye lê her kêlî dibe ku dîsa li xwînê der bibe. Divê heta roja duşemê di beşa lezgîn de bê ragirtin. Beriya bavê jiyana xwe ji dest bide bila were berdan.”   BI HÊNCETA ŞEWBÊ WÎ PAŞDE ŞANDIN HEVSÊ   Sabrî Kaya di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî. Bêyî ku dermankirina Kaya temam bibe gotin “rewşa wî baş e” û ji nexweşxaneyê şandin girtîgehê. Di nava vê dema nexweşîna Kaya de 30 caran ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê û bêyî ku baş bibe carek din dibirin girtîgehê. Kaya di 11’ê gulanê de sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat kirin, bi hênceta şewbê bêyî ku were dermankirin paşde şandin girtîgehê.   Kaya di 6’ê gulanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû û gotibû “Êdî ez nikarim xwe li ser pêya bigirim û tu taqeta min nemaye. Ez ê bimirim.”