Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê 2020-05-13 12:15:57 AMED - Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covid-19, diyar kir ku "pêvajoya asayîbûnê" ne li gorî zanistiyê ye û xwest gel bi hevre di nava piştevaniya rûpoşan de bin. Koordînasyonê xwst her kes li gorî hêza xwe ya cewherî gavan bavêjin û tedbîran ji dest bernedin. Koordînasyonê bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: "Li girtîgehan şewb belav dibe. Îzolasyon vegeriya ye tecrîdê." Koordînasyona Qeyranê ya Herêmê ya Covid-19, têkildarî rewşa şewba vîrûsê û polîtîkayên hikûmetê daxuyanî da. Koordînasyonê bi sernavê “Em bang li hikûmetê dikin ku li dijî îqtîdara zanyariyan li hemberî gel zelal tev bigerin" daxuyanî da û wiha got: "Şewba vîrûsa corona hêj talûkeyek mezin li pêş me ye. Li tevahiya cîhanê zêdeyî 4 milyon mirov bi vê şewbê ketin. Zêdeyî 280 hezar mirov pê mirin. 2,4 milyon mirov nexweşên giran in. Mirovên zanyar û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar dikin ku ev şewb dê demdirêj bidome û heta 2 - 5 salan bidome. Li hemberî vê şewbê tişta herî girîng divê her kes tedbîran bigirin. Daxuyaniyên ku diyar dikin hêjmar kêm dibe bêtir mirovan dixin nava rehetiyê. Li dijî vê şewbê kêmasî û nebessiyên pir zêde hene.    Di dîmenên ziyareta Erdogan a Şandiyeya Nexweşxaneya Sahra ya Sancaktepeyê de nîşan dide ku Erdogan î îqtîdar çiqas qîmet û girîngiyê nade tenduristiya karkeran. Bi sed hezaran mirovên ku nizanin bivê şewbê ne hene. Ev mirov bêtir vê nexweşiyê li nava civakê belav dikin. Tu aniyê zanistî yê "Asayîbûnê" tune ye. Dema takvîma pêvajoya "Asayîbûnê" bidin destpêkirin jî divê yek alî gav neyê avêtin û teqez li tenduristiya civakê bifikirin. Ger ku tedbîr neyên girtin, hev hewldan û tedbîrên bi mehan tên girtin dê tev bi avê de biçin. Divê her kes tedbîrên xwe bi hêza xwe ya cewherî bistîne. Divê gel bi hêza xwe ya cewherî û piştevaniya civakî tedbîran bistîne. Divê gelê me tedbîran ji dest bernede. Divê li quralê mesafeya fîzîkî baldar bin. Teqez rûpoşan têxin devê xwe. Em bang li gelê xwe dikin ku bi hevde di nava Piştevaniya Rûpoşan de bin. Divê gelê me piştevaniya xwe ya civakî berdewam bike."    GAVÊN BÊN AVÊTIN   "* Li gel şewb belav dibe jî li herêmê xebatên filyasyon, qerantîna û îzolasyon nayê kirin. Test bi rêk û pêk nayên kirin. Heta niha 1.403.000 test hatine kirin. Lê diviya bû heta niha herî kêm 7 milyon test hatibûna kirin. Kedkarên AVM, rêxistinên pîşeyî, berber, ajokar, kedkarên kargo û firinan, divê teqes di destan re bên derbaskirin. Divê rojê herî kêm 100 hezar kes bên testkirin.    * Hêj îqtîdar di parvekirina agahî û daneyan de zelal agahiyan nade. Divê agahî zelal li navçe û bajaran bê parvkirin. Ger ku îqtidar ne zelal be jî divê gelê me zelal be. Divê kes vê nexweşiyê ji hev veneşêrin. Divê agahiyan bi rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan re parve bikin.    * Kedkarên tenduristiyê hem li cihê kar û hem jî di jiyana xwe ya civakî pirsgirêkên mezin dijîn. Divê ji bo xizmetkarên tenduristiyê bi rêk û pêk test bên kirin. Divê hem sendîka û hem jî gel bi xizmetkarên tenduristiyê re di nava piştevaniyê de bin.    * Şewb li girtîgehan belav dibe.  Piştî Girtîgeha Konya niha li Silivriyê jî belavbû. Li girtîgehan tedbîr nayên girtin. Divê her ji 15 rojan carekê hemû girtî di destan re bên derbaskirin. Li girtîgehan îzolasyon bûye tecrîd. Ji ber vê yekê divê her girtî hefteyê du caran her carê nîv saetê bi telefonê bi malbata re biaxivin. Girtî dereng tên dermankirin û terkî mirinê hatine kirin. Em carek din dubare dikin, girtiyên nexweş berdin.    * Em bang dikin ku hemû ezmanan taloq bikin. Di ve rewşê de divê dibistan nayên vekirin.    * Em dixwazin ku Cejna Remezanê 9  rojan dirêj bikin û qerantîna li hemû welat têxin meriyetê.    * Divê teqez esnaf maseyan girê bidin. Divê tu kes bê maske dernekevin derve. Her maskeyek bi 300 tl ye. Divê maske bê pere bên belavkirin. Divê gelême di vê meseleyê de alternatifa xwe pêş bixe.    * Kesên ku li qadên derve meşê qedexe dikin û li aliyê din AVM'yan vedikin ne karê aqilan e. Li AVM'yan riska belavbûna şewbê zêdetir e. Ji ber vê yekê vekirina AVM rîskek mezin e."