Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin 2020-05-13 13:36:24 AGIRÎ - Ceylan Akpolat a li mezraya Şirik a navçeya Hewaran a Agiriyê ku tundî lê dihat kirin û serî li li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê da li mala xwe bi awayek xeniqandî hat dîtin.   Li mezraya Şirik a gundê Silêman Kombetê ya girêdayî navçeya Xamûr (Hewaran) a Agiriyê jina bi navê Ceylan Akpolat ku bi tundiya nav malbatê re rûbirû mabû û serî li Qereqaola Cendirmeyan a Navçeyê dabû li mala xwe daliqandî ango xeniqandî hat dîtin. Piştî bûyerê hevjînê wê û xwezûrê wê hatin binçavkirin û piştî îfade dan qereqolê hatin berdan.   Li gorî agahiyên hatin bidestixstin; Akpolat dayika sê zarokan e û di 8’ê gulanê de li odeyek mala xwe daliqandî hatiye dîtin. Hat gotin Akpolat di 5’ê gulanê de jî ji bo tundiya lê hatiye kirin serî li Qereqola Cendirmeyan daye û li dijî tundiyê gilî kiriye. Hat zanîn ku Akpolat a nehatiye parastin, 10 hezar lîre ceza li xwezûrê wê tundekar hatiye birîn.   MIJAR ÇÛ ROJEVA MECLÎSÊ   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr mirina bi guman a Akpolat bir rojeva Meclîsê û mijarê ji wezareta peywendîdar pirsî.