Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê' 2020-05-13 13:38:04   STENBOL - Meclîsên Jinan ên HDK'ê têkildarî efûya îstîsmarê ku îqtîdara AKP-MHP'ê plan dike bînin rojeva meclîsê,  bertek nîşan da û got: “Dixwazin qirêjiya tecawizkaran paqij bikin û îstîsmara zayendî ya zarokan rewa bikin. Dixwazin zewaca di temenê zarokantiyê de asayî bikin. Em destûr nadin vê yekê."   Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li dijî plan û polîtîkayên AKP û MHP’ê yên ku dixwazin piştî zagona înfazê, pêşnimeya Efûya Îstîsmarê Zayendî bînin rojevê meclîsê, li pêş Navenda Giştî ya HDK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) endam û rêveberên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Hûn bi zewacê nikarin îstîsmarê paqij bikin" vekirin û daxuyanî dan. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, diyar kir ku gel hem li dijî şewbê û hem jî li dijî îstîsmarê têdikoşe û wiha got: "Bi zagona înfazê girtiyên siyasî û rojnameger li dervê zagonê hiştin. Bi vê zagonê sucdarên ku sûcê li dijî jinan kirine serbest berdan an jî cezayê wan kêm kirin. Mafê jinan ê jiyanê di pêvajoya şewbê de jistin talûkeyê."     Ugurlu, da zanîn ku îqtîdar dixwaze efûya îstîsmara zarokan bike zagon û  vê yeke jî bi destê rêxistin û çapemeniya nêzî xwe rewa dike û wiha got: "Em wekî meclîsa jinan, destûr nadin ku ev zagon li meclîsê bê erêkirin. Em ê li dijî vê efûya îstîsmara zarokan bin. Zagon pir aşkere dê bersûc û îstîsmarkarê zarokan serbest berdin. Dê zarokan bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Kesê sucdar ê li girtîgehê dê wekî "Mêrê zarok" vegere malê. Dê bi zewacê sûcê îstîsmarê paqij bikin. Bi vê yekê cara duyemîn dê zarok rastî îstîsmarê bên."   Ugurlu, anî ziman ku bi paqijkirina tecawizkaran dixwazin tacîz û tecawizê rewa bikin û rê li pêş zewaca zarokan vekin û got: "Em bang li îqtîdarê dikin ku dest ji vê guhertinê berdin. Em dixwazin ji bo zarokan tedbîrên parastinê bên pêşxistin."