Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e 2020-05-13 14:03:00 RIHA - Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner bertek nîşanî xerakirina goristanan da û got: “Bêdengî erêkirina sûc e.” Rêxistina HDP’ê ya Rihayê li avahiya xwe li dijî êrişkirina goristanan civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî beşdar bûn.   Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku êrişa li dijî goristanan berdewama polîtîkaya şerê tê birêvebirinê ye û got: “Miriyên di wan goran de ji bo me ne mirî ne. Rman û jiyana wan di nava xelkê me de li ser pêya ye û dê her dem bijîn. Êrişî nirxên giranbûha yên gelê kurd dikin. Êrişkirina goristanan wê tu serkeftinê nexe destê wan. Êriş hêrsa gelê kurd zêdetir mezin dike. Wê gelê kurd li dijî van êrişan paş de gav neavêje. Wê li dijî faşîzmê jî têkoşîn her dem mezin bibe.”   ‘BÊDENGÎ ERÊKIRIN E’   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner jî da zanîn ku têkildarî hilweşandina goristnan wiha got: “Dixwazin bi êrişan rewşê asayî bikin. Daxuyaniyên îqtîdarê yên wek ‘wan piço piço bikin’ mikûrhatina êrişa ne. Hilweşandina goristanan pirsgirêka civakê ye. Em ji wan dîndarên we dipirsin? Hilweşandina goristanan di ola îslamê de heye gelo? Di ola îslamê de îşkence heye gelo? Di ola îslamê de astengkirin û êrişa li dijî merasîman heye gelo? Bêdengiya li hember hilweşandina goristanan erêkirina sûc e. Werin em hemû bi hev re li dijî pêkanînên dij mirovane yên îqtîdarê û polîtîkaya wan despot dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”