Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon 2020-05-13 14:46:32   AMED - Li çoltera sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyona dest pê kiribû dewam dike.    Operasyona leşkerî ya li herêma Saxgoz a di navbera navçeyên Lîcê û Pasûr ên Amedê û navçeya Dara Hênê, pêr dest pê kiribû dewam dike. Îro leşker bi helîkopteran sewqî herêma operasyonê hatin kirinm. Derbarê pevçûn derket  an na de tu agahî nehatin bi dest xistin.    LI BAŞÛRÊ LÎCÊ JÎ OPERASTON HEYE    Hat diyar kirin ku li herêma di navbera gundên Dêrxust, Cinezur û Sîsê ya dikeve başûrê navçeya Lîcê jî, îro operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Hat dest nîşan kirin ku helîkopterên li navenda navçeyê dimînin, leşker sewqî herêmê kirine.