301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn 2020-05-13 15:06:26   MANÎSA - 301 karkerên ku li Soma di kana komirê de jiyanaxwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bibîr anîn.    Li Navçeya Soma ya Manîsayê di 13 Gulana 2014'an de, di kana komirê de hezan çêbûbû. Di hezana kana komirê de 301 karkerên komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Karkerên komirê yên jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe  hatin bibîr anîn. Malbat û nûnerên rêxistinên sivîl û civakî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Malbat û nûnerên rêxistinan di bernameya bîranînê de qurnefil danîn ser goran û dua kirin. Zarokên ku temenê wan kêmî 14 salî bûn, bi destûra saetên navbera 11.00-15.00'an hatin ser gorên bavê xwe û gorên bavên xwe ziyaret kirin. Girseya ku li ser goran karker bibir anîn rûpoş xistin ruyê xwe û lepik xistin destê xwe.    Keça karkerê madenê Kamil Çal, Sude Çal (14) li ser gora bavê xwe axivî û wiha got: "Ez hatim ser gora bavê xwe. Ez jêre dua dikim. Ne tenê îro, ez her roj dua dikim. Ez pir bêriya wî dikim. Keça Kamil Çal a 7 salî Ravza Çal jî got 'min beriya bavê xwe kiriye."