Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir 2020-05-13 15:16:44   MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê, piştî ku DEDAŞ’ê peyama birîna ceyranê ji kesên ku deynê wan ê ceyranê heye re şand, pêşiya PTT’an mirov li pey hev rêz bûn.   Şîrketa Belavkirinê ya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li gel ku ragihandibû ji ber vîrûsa koronayê ceyranê nebire jî, îro li navçeya Qoserê ji welatiyan re peyam şand û ragihand ku kesên ku deynê xwe yên ceyranê nedin dê ceyrana wan bibirê. Ji ber vê rewşê, li navçeyê ber PTT’an mirov bêyî mesafeya fîzîkî, li pey hev rêz bûn. Ji ber ku kesên ku ji bo girtina şîfreya e-dewletê jî hatin, rêzbûna mirovan gelek dirêj bû. Li ber şaxên mobîl ên PTT’ên li navçeyê jî bi heman rengî mirov li pey hev rêz bûn. Mirov bertek nîşanî vê rewşê dan. Hat diyarkirin ku ji ber hewaya germ hin jinên ducanî û kesên temen mezin ji ser hişê xwe ve çûn.