Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin 2020-05-13 15:32:11 STENBOL - Li navçeya Sûltanbeyliyê, Ersîn Yildirim û birayê xwe Bûrhan Yildirim ku jina bi navê Ceylan Yildirim biribûn li daristanekê îşkenceyê lê kiribûn, hatin girtin. Li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê, hefteya borî Ersîn Yildirim û malbata xwe, hevjîna xwe Ceylan Yildirim ku pê re di asta berdanê de bû, bi darê zorê girtibû û biribû li daristanekê îşkence lê kiribûn. Li ser giliya dayika CeylanYildirim, xebatên Lêgerînê hatibûn destpêkirin û di encama lêgerînê de Ceylan Yildirim bi awayekî giran birîndar hatibû dîtin û rakiribûn nexweşxaneyê.   Komên Miduriyeta Polisan a Navçeya Sûltanbeyliyê, Ersîn Yildirim, bira û xwişkên wî û pismamên wî binçav kirin. Ji gumanbaran Saîd Yildirim, Alî Yildirim û Dîlek Yildirim bi şertê kontrola edlî hatin berdan Ersîn Yildirim û Bûrhan Yildirim hatin girtin û ew şandin girtîgehê.