Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin 2020-05-13 15:46:19 ENQERE - Yek ji sazûmankarê ÎHD'ê Prz. Îsmail Hakki Çakmak, der barê Serokê Dîyanetê Alî Erbaş û Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman de bi sedema daxuyaniyên ku LGBTİ’î kirin hedef, serlêdana sûc kir.    Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş, bi daxuyaniyekê LGBTÎ'yî kiribû hedef. Li dijî vê daxuyaniyê gelek kesan bertek nîşan dabûn. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yüksel Kocaman jî der barê kesên bertek nîşan dabûn de lêpirsîn dabû destpêkirin. Yek ji sazumankarê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Parêzer Îsmaîl Hakki Çakmak, ji ber daxuyaniya Serokê Dîyanetê Alî Erbaş û helwesta Serdozger Yuksel Kocaman, der barê Erbaş û Kocaman de serlêdana sûc kir. Parazvanê mafê mirovan Çakmak, xwest der barê Erbaş û Kocaman de bi sûcdariya “Gel teşwîkî kîn û dijminantiyê kiriye" û “Erka xwe xerab bikar anîne" lêpirsin bên vekirin û bên darizandin.