Bi solan kêfa zarokan anîn 2020-05-13 16:22:12 MÊRDÎN – Solên ku di çarçoveya kampanya “Tu jî kêfa zarokekî/ê bîne” ku ji aliyê komeke ciwanên kurd ên li Almanya û Fransayê ve hatibû destpêkirin de hatibûn komkirin, li Mêrdînê kesên pêwîstiyên wan hene hatin belavkirin.   Beriya demekê li Almanya û Fransayê ji aliyê komeke ciwanên kurd ve kampanya “Tu jî kêfa zarokekî/ê bîne” hatibû destpêkirin. 500 solên ku di çarçoveya vê kampanyayê de hatibûn destpêkirin, ji navçeyên Qoser, Nisêbîn, Artûklû û Mehsertê yên Mêrdînê re hatişn şandin û li kesên pêwîstiyên wan pê hene hatin belavkirin.   KAMPANYA DIDOME   Yek ji rêveberên kampanyayê Delîl Ogûz, diyar kir ku armanc kirine ku beriya Cejna Remezanê kêfa zarokan bînin û wiha got: “Ji niha şûn ve jî em ê weke ciwanên kurd di kampanyayên ji bo zarokên kurd ên derfetên wam kêm de cih bigirin. Tenê armanca me ew e ku zarokên ji bo pêşerojê xwedî hesesiyet bigihînin. Bi hêviya ku ew jî mezin bibin û di nav heman hesesiyetê de cih bigirin, kampanya xwe berdewam bikin.” Ogûz, da zanîn ku kampanya wan li ser medya civakî hatiye destpêkirin hê jî berdewam dike û armanca dikin ku xwe bigihînin hezar zarokî.