Ma Muzîkê konser da 2020-05-13 16:43:40 AMED - Ma Muzîkê di çarçoveya bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ji bo Cejna Zimanê Kurdî amade kirî de konser da . Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameya xwe ya ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ya di navbera 13 û 17’ê Gulanê de parve kiri bû, konser da.  Koma Ma Muzîkê di çarçoveya vê bernameyê de li ser hesabên xwe yên medya civakî konser dan.. Beriya konserê Koordînatorê Ma Musîkê Şêrko Kanîwar axivî.   ‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ NE ROJEK 365 ROJ XEM’   Kanîwar, diyar kir ku ji ber rewşa coronayê herkes li malên xwe ye û wiha got: “Her sal Cejna Zimanê Kurdî wekî mîhrîcanan li hemû bajaran li her derên Kurdistanê dihat pîroz kirin. Îsal ji ber rewşa coronayê bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û hevkariya gelek saziyên kurdî bernameyên bi vî şiklî yên online dê werin çêkirin. Konsera me ya Koma Ma ya Muzîkê jî bernameya destpêkê ya 5 roja ne. Van rojan hesabên medya civakî yên Tora Ziman û Civakî bişopînin. Ji ber ku her roj wê li ser hesabên saziyekê bername werin çêkirin. Li ser navê Koma Ma Muzîkê Cejna we ya Zimanê Kurdî pîroz dikim. Dibêjin ji bo zimanê kurdî ne rojek 365 roj xem.”   Bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî ya îşev wiheya:    "Hevpeyvîn   Mijar: Jîyan û Berhemên Baba Tahirê Hemedanî   Axiver: Prof. Dr Qedrî Yildirim   Moderator: Samî Tan   Saet: 21.00   Platform: Hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî”