14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2020-05-14 08:12:01   ENQERE - 14 kesên komkujiya Somayê şermezar kirin û hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.   14 kesên di 6’emîn salvegera komkujiya karkerên kana komirê ya Somayê de li Navçeya Çankaya ya Enqereyê çalakî li dar xistin û hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 14 kesên ku polîsan ew bi erdê re kaş kirin û binçav kirin, piştî li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê demekê di bin çavan de man, serbest hatin berdan. 14 kesên hatin binçavkirin, hem dema hatin binçavkirin û hem jî li midûriyeta polîsan rastî tundî û neheqiyê hatin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin îfade nedan û der barê polîsan de serlêdana sûc kirin.