ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-14 09:00:22 * Rêvebirê KURDÎ-DER'a ku bi KHK'ê hat girtin Reşît Gultekîn, anî ziman ku gel bi zimanê xwe gel e û got: "Ziman, nasname ye, nasnameya xwe winda nekin."  * Rêvebira Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez, êrîşa li ser goran şiband îşkenceya Hînd bînt Ûtbe ku li cenazeyê Hz. Hamza kiribû û got: "Hikûmeta ku behsa edaleta Omer dike, lê bi awayekî her dijwar zilmê dike; gotinên wê yên Omer in, lê emelên wê yên Yezîd in."    * Lêkolînera feminîst Hulya Osmanagaoglû, anî ziman ku zimanê nefretî û êrîşên di demên dawî de zêde bûne girêdayî siyaseta îqtidarê ne û got, bi vî awayî hêzên paramîlîter dixin dewrê.    * Jinên ku li quntara Çiyayê Erekê sirno, cehterî û pûngê berhv dikin, bal kişandin ser comerdiya xwezayê û ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine.    * Pisporê Enfeksiyonê Bijîşk Mûstafa Torûn, anî ziman ku li Tirkiyeyê hê ji sedî 80'yê mirovan bi vîrûsê re rû bi rû nemane. Torûn, diyar kir ku ji bo "plansaziya asayîbûnê" hê zû ye û got: "Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê an jî di meha Hezîranê de dest pê bike."   * Çîrokbêj Ayhan Erkmen, ji bo zimanê kurdî ku di bin xetereya asîmlasiyon û otoasîmilasyonê de ye bal işand ser kampanyayeke civakiyî ya cidî û got, divê li her gund, navçe û bajaran çalakiyên ziman û atolye bên lidarxistin.    * Endamê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç, diyar kir ku saziyên ziman yên kurdî dê bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de kampanyaya alfabeya kurdî bidin destpêkirin.   * Nivîskarê kurd Sadik Varli anî ziman ku dersên kurdî yê li ser înternetê alternatîf in, lê ne bes in û got: "Ji dibistana sereke heya zanîngehê, di her qadê jiyanê de divê kurd kurdî bi kar bînin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî divê rabin. Yê bixwaze kurdî fêr bibe divê xewnê xwe bi kurdî bibîne."   * Li Bismilê karkerên çandiniyê ku di şert û mercên zehmet de dişixilun diyar kirin ku heqê keda wan nayê dayîn û cotkar jî bal kişandin ser bihabûna fiyetê ceryan, mazot, gubre û dermanên çandiniyê.    * Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bajarên cuda û hin jê jî ji ber şer reviyane hatine Aydinê, çendî ku şewb heye jî di şert û mercên zehmet de dişixulin. Karker rojê bi 85 TL'yî dişixulin û gotin: "Dahata me tenê keda me ye."    * Nivîskar Şefîk Beyaz, anî ziman ku polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser kurdî hê jî didomin û got, li dijî vê rêya herî baş û bibandor xwendin, nivîsand û axaftina bi kurdî ye.   * Şêniya Kampa Mexmûrê Sûltan Yildiztan ku ji salên 90'î heya niha ji ber zext û zoriyan 7 kamp guherandine, bal kişand ser ambargoya 25 sal berê û ya niha û xwest ev yek bi dawî bibe.   * Serokê Sendîkaya Dadgeran ê berê Mustafa Karadag diyar kir ku mudaxileya li dijî baroyan û rêxistinên pîşeyî dê mafê parastinê bide pelixandin û hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike.   * Pêşketinên derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) dê bên şopandin.   * Berdevka Meclîsê Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, rojevên heyî wê bi nirxîne. (12.00)   * Şaxên Sendîkaya Xebatên Barkirina Yekbûyî (BTS) yên Amed û Edenê, wê derbarê sîrgûnkirinê di rêyên hêsinde daxuyanî bidin. (12.00)   * Xebatkarên tenduristiyê li Enqerê, Stenbol û Amedê, wê bi armanca şermezarkirina newekheviya di mûçeyê de, daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)