'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin' 2020-05-14 09:00:23 EDENE - Rêvebirê KURDÎ-DER'a ku bi KHK'ê hat girtin Reşît Gultekîn, anî ziman ku gel bi zimanê xwe gel e û got: "Ziman, nasname ye, nasnameya xwe winda nekin."  Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER ku bi KHK'ê hat girtin Reşît Gultekîn, bal kişand ser girîngiya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û got, gelê kurd ji bo ziman û çanda wî winda nebe têdikoşe. Gultekîn, destnîşan kir ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bi salan e gelê kurd têdikoşe û got, ziman rehên jiyanê yên civakê ne.    Gultekîn, got: "Heger ziman winda bibe wê gel jî hêdî hêdî bimehe û biçe. Niha jî zextên li ser ziman didomin. Komeleya me hat girtin, der barê me de doz hatin vekirin, lê me beraat kir. Me li komeleyê perwerdehiya zimanê kurdî dida. Ji bo kurdî pêş nekeve komele hat girtin."   Gultekîn, bang li her kesî kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û got: "Mirov bi zimanê xwe gel in. Ziman, hebûn e. Xwedî li hebûna xwe derkevin. Ziman, xwenasîn e; xwe nas bikin û bidin naskirin. Ziman, dergûşa çandê ye; çanda xwe ji bîr nekin. Ziman, nasname ye, nasnameya xwe winda nekin."