Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê 2020-05-14 09:00:25 STENBOL - Lêkolînera feminîst Hulya Osmanagaoglû, anî ziman ku zimanê nefretî û êrîşên di demên dawî de zêde bûne girêdayî siyaseta îqtidarê ne û got, bi vî awayî hêzên paramîlîter dixin dewrê.  Di demên dawî de zimanê nefretê û şidet pir zêde bûye. Bi taybetî jî di TV'yan de kesên îqtidar wan hedef nîşan dide gef li wan tên xwarin. Bi vê re jî êrîşên li ser goran, êrîşa li ser cenazeyê endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek, şideta polîsan a li ser zarokan hwd. zêde bûne. Lêkolînera femînîst Hulya Osmanagaoglû, anî ziman ku ev êrîş girêdayî siyaseta îqtidara AKP'ê ne.    SIYASETA NEFRETÊ    Osmanagaoglû, anî ziman ku AKP'ê li gor xwe pergaleke hiqûqê çêkiriye û got, bi çekê êrîşa li ser wî zarokê li Nisêbînê, mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Osmanoglû, got: "Hêzên dewletê gava tên birêxistinkirin, ne bi li gor otorîteya raya giştî, bi siyaseta nefretî tên birêxistinkirin." Osmanagaoglû, ji bo rêxistinbûyîna siyaseta nefretî gotinên Sevda Noyanê bibîr xistin ku di bernameyeke televîzyonê de gotibû, "15'ê Tîrmehê di egwriya me de ma. Gelek tişt hebûn em dixwest em bikin. Bila piyên xwe bi denk bavêjin. Hê jî di sîteya me de 4-5 heb hene, lîsteya min amade ye." Osmanagaoglû, destnîşan kir ku kesên van gotinan dikin gava bivê tev digerin jî û got: "Demek berê li ser Dêra Ermeniyan nivîsandibûn 'hûn me bi coronayê dixin.' Ev jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku hêzên paramîlîter dixin dewrê."    NE TESADUF E    Her wiha Osmanagaoglû, gotinên Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş jî bibîr xistin ku kesên LGBTÎ+ nedef nîşan dabû û got: "Kesên LGBTÎ+ tam amadekariyên xwe yên ji bo Hefteya Rûmetê dikirin, daxuyaniyeke bi vî rengî hat dayîn. Ev ne tesadufî ye. Ev tê wateya ku li dijî LGBTÎ+'yan jî hêzên paramîlîter dixin dewrê û ev tê wateya banga ji bo şidetê jî."    Osmanagaoglû, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya nû re şidet zêde bûye û got: "Bi vî awayî şideta li ser jina rewa dikin. Bi zext û zoriyan dixwazin rêxistinên feminîst û jinan bitepisînin."    Osmanagaoglû, diyar kir ku divê kesên di hedefa AKP'ê de hemû li cem hev bin û bi berpirsiyarî tev bigerin.    MA / Semra Tûran