‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in' 2020-05-14 09:09:03   WAN - Rêvebira Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez, êrîşa li ser goran şiband îşkenceya Hînd bînt Ûtbe ku li cenazeyê Hz. Hamza kiribû û got: "Hikûmeta ku behsa edaleta Omer dike, lê bi awayekî her dijwar zilmê dike; gotinên wê yên Omer in, lê emelên wê yên Yezîd in."    Bertekên li dijî êrîşên li ser goristanan didomin. Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez, destnîşan kir ku êrîşa li ser goristanan di tu dîn û ehlaqê de tuneye û êrîşên tên kirin şiband îşkenceya Hînd bînt Ûtbe ya li cenazeyê Hz. Hamza.    ‘DIVÊ EM JI MIROVBÛNA XWE ŞERM BIKIN'    Gulmez, anî ziman ku di meha Remezanê de jî êrîşa li ser goran didome û got: "Tu eleqeya vê bi îslamiyet û mirovahiyê re tuneye. Gava cenaze di ber pêxemberê me re derbas dikin, pêxember radibe ser cwe û heya cenaze li ber çavan winda dibe rûnanê. Ên li kêleka wî jê re dibêjin 'Ya Resûlila, ev kesê miriye ne misilman e. Çima tu rabûyî ser piya?' Pêxember jî dibêje; 'Ew mirov bû.' Yanî bêyî cihêkariya ziman, bawerî û nîjadî bike ji bo cenaze bi rêzgirî tev digere. Bêyî cihêkariyî divê rêza me ji bo cenaze û goran hebe. Di dema pêxemberan de mînakên bi vî rengî tunene. Berevajî, parastina goristanan heye. Em mirov divê rêzê nîşanî goran bidin, tehemul bikin. Heger em nikaribin tehemul bikin, nexwe divê em ji mirovbûna xwe şupe bikin, ji mirovbûna xwe şerm bikin."    Gulmez, anî ziman ku AKP di ser dîn re siyasetê dike û got: "Tiştekî wê ya bi dîn re tuneye. Navê Hz. Omer bilêv dikin, lê zimanê wan berevajî xîlafeta Omer e. Niha hikûmeteke wisa heye ku behsa edaleta Omer dike, lê bi awayekî her dijwar jî zilmê dike. Ên baş bi dîn dizanin, wê bibînin ku gotinên wan ên Omer in, lê emelê wan ê Yezîd in."    Gulmez, anî ziman ku êrîşa li ser goristanan awayekî îşkenceyê ye û got: "Bi saxî we rihetî enda mirovan, qet nebe dev ji miriyan berdin. Di ser êşa mirovan re prîmê mekin. Îşkencekirina kesekî mirî, tevgereke hîndvarî ye. Hînt bînt Ûtbe, Hz. Hamza dikuje û paşê îşkenceyê li cenazeyê wî dike. Ên ev kes dikin eynê tiştn Hînd dikin. Êşê li êşa mirovan zêde nekin. Bila ji bo cenaze û goran rêza we hebe."