Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê 2020-05-14 09:09:33 WAN - Jinên ku li quntara Çiyayê Erekê sirno, cehterî û pûngê berhv dikin, bal kişandin ser comerdiya xwezayê û ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine.  Jinên ji gundên Çoravanîs, Eskîpak, Lamizgirt, Farû û Kopanîsê yên Wanê li quntarên Çiyayê Erekê pûng, cehterî û sîrikê (sirmo) berhev dikin. Jin, her sal meha Gulanê diçin quntarên Çiyayê Erekê û heyba xwe bi bi van giya û pincarên navbirî tije dikin. Bi taybetî jî jin giyayên sirmo berhev dikin ku dixin nav penêrê navdar ê Wanê.    Jinan bal kişand ser comerdiya xwezayê û gotin, bi kêf vî karî dikin. Jinan anî ziman ku ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine û gotin, pûng û cehteriya ku berhev dikin hişk dikin û dû re dixin nav xwarinê.    MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci