Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike 2020-05-14 09:10:06 ENQERE - Pisporê Enfeksiyonê Bijîşk Mûstafa Torûn, anî ziman ku li Tirkiyeyê hê ji sedî 80'yê mirovan bi vîrûsê re rû bi rû nemane. Torûn, diyar kir ku ji bo "plansaziya asayîbûnê" hê zû ye û got: "Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê an jî di meha Hezîranê de dest pê bike." Li gorî bernameya asayîbûnê ya serokomartiyê wê gelek sînordarkirinên hatibûn dayîn bên rakirin û wê qedexeya derketina derve jî di 1'ê Hezîranê de bi temamî bi dawî bibe û wê sînordarkirinên ji bo kesên di ser 65 salan û di biniya 20 salî re jî di 27'ê Gulanê de bên rakirin.    Pisporê Enfeksiyonê Bijîşk Mûstafa Torûn, anî ziman ku ji bo "plansaziya asayîbûnê" hê zû ye. Torûn, ji ber ku tenê li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê liv û tevgereke heye, ev yek rexne kir û got: "Ji ber ku der barê şewbê de daneyên zelal li ber destan tunene, em jî nizanin li gor çi tevdîr wisa zû tên bidawîkirin. Ji ber ku Yekîtiya Bijîşkan Tirk (TTB), Yekîtiya Dermangeran a Tirk û rêxistinên demokratîk daxilî nav vê yekê nehatine kirin, tenê li ber destan daneyên wezaretê hene. Ev jî dibe sedema şaşiyan."    JI SEDÎ 80'Ê MIROVAN HÊ BI VÎRÛSÊ RE RÛ BI RÛ NEMANE    Torûn, anî ziman ku hê ji sedî 80'yê mirovan bi xetereya şewbê re rû bi rû nemane û got: "Çimkî heger pêla duyemînd est pê bike dibe ku em bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Hê jî em tam bi cira vê vîrûsê nizanin. Wisa texmîn dikim ku wê ev nexweşîn dirêj dewam bike û dibe ku ji nişka ve pêl lê bikevin. Hêvîdar im ez şaş im, lê dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê an jî di meha Hezîranê de dest pê bike. Lê belê ji ber ku li ber destê me dane tunene, tenê em texmîn dikin. Li gor taybetmendiya mûtasyonê ay vîrûsê wê diyar bibe ku ka pêla duyemîn wê çawa be. Lê mirov niha nikare tiştekî bibêje. Lê em hêla wê ya nebaş tim bînin bîra xwe û li gor wê tev bigerin wê baştir be."    Her wiha Torûn ji bo maskeyan jî maskeyên cerahiyî pêşniyar kirin û got, divê evan maske jî herî zêde 3-4 saetan bên bikaranîn û li gorî qaydên paqijiyê bên tunekirin. Torûn, got: "Heger derfet hebe divê ev wek bermayiyên enfekte bên qebûlkirin û ji bo vê jî divê şaredarî pir baldar be. Divê wisa rastgele neyên avêtin."    MA / Zemo Aggoz