Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî' 2020-05-14 09:15:35 QERS - Çîrokbêj Ayhan Erkmen, ji bo zimanê kurdî ku di bin xetereya asîmlasiyon û otoasîmilasyonê de ye bal kişand ser kampanyayeke civakiyî ya cidî û got, divê li her gund, navçe û bajaran çalakiyên ziman û atolye bên lidarxistin.    Çîrokbêj Ayhan Erkmen, bal kişand ser girîngiya hevpariya ji bo kurdî ku di bin xetereya asîmlasiyon û otoasîmlasiyonê de ye. Erkmen, ji bo vê bal kişand ser para dikeve ser milê helbestvan û nivîskarên kurd û got: "Mesela kesên ji malperên civakiyî Facebookê bi kar tînin û parvekirinên kurdî dikin û kesên Twîtterê bi kar tînin û parvekirinên bi kurdî dikin ji tebeqeyên cuda yên civakî ne. Divê ev tebeqe bigihên hev û hevpariyê bikin. Ev tebeqeyên cuda xîtabî mecrayên hev nakin. Û wek hev jî kurdî bi kar naynin. Di vir de dîsa peywir dikeve ser milê helbestvan û nivîskarên kurd. Loma divê di atolyeyên bên lidarxistin de perwerdehî bê dayîn."    ÇALAKIYÊN JI BO ZIMÊN    Erkmen, got: "Ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, pêdivî bi kampanyayeke cidî heye ku saziyên di warê çand û ziman de û saziyên cuda di nav de cih bigirin. Bawer dikim wê pir balê bikişîne. Ji bo vê divê hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt kampanyayên îmzeyê bên kirin. Divê îmze bi daxuyaniyên çapemeniyê bên ragihandin û ji merciyên fermî re bên şandin. Div li her gundî, li her navçe û bajarî çalakiyên kurdî bên kirin. Di van çalakiyan de divê bi xwendin û vebêjiyê xebatên atolyeyî bên lidarxistin."    ELEQEYA JI BO KURDÎ   Erkmen, anî ziman ku kesên ji ber şewba Covîd-19'yê di mal de ne, eleqeyeke zêde nîşanî weşanên zindî yên kurdî yên li ser medyaya civakiyî dikin didin û got: "Em baş dizanin ev mînak ji bo zîndebûn û dewlemendiya ziman partîkine baş in. Her wiha di demên dawî de li ser înternetê kursên ziman vebûne. Xebatên akademîk tên kirin ku navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji Ewropayê gelek akademîsyen tev lê dibin. Ev hemû hêcana mirov zêde dikin. Yanî eleqeyeke baş heye. Gava ez beşdarî weşana zindî ya weşanxaneyeke kurdî bûm, min got hewl didim kamerayekê bistînim û xwe bi xwe dîmenên çîrokê xwe bigirim. Temaşevanekî ku bername temaşe kiriye suprîzek kir, kamerayek ji min re stend. Gelê me ji bo kurdî li cem kesên ku hilbiberînin û kedê didin cih digirin. Ji bo vê ev dilnizmî kirin. Ji niha û pê ve ez ê dîmenên çîrokê xwe bigirim û bi vî awayî çîroka kamerayekê jî çêbû. Ê ev kir jî kurdî bi xwe ye."