Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî 2020-05-14 09:17:06 ENQERÊ - Nivîskarê kurd Sadik Varli anî ziman ku dersên kurdî yê li ser înternetê alternatîf in, lê ne bes in û got: "Ji dibistana sereke heya zanîngehê, di her qadê jiyanê de divê kurd kurdî bi kar bînin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî divê rabin. Yê bixwaze kurdî fêr bibe divê xewnê xwe bi kurdî bibîne." Ji sala 2006'an ve 15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin, wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Cejna her sal bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin, lê belê îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) wê li ser platformên medyaya civakiyî bê pîrozkirin.    Xebatkarê KURDÎ-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin û nivîskarê pirtûkên perwerdeya dersên kurdî Sadik Varli, anî ziman ku êdî divê kurdî di her qadên jiyanê de hebe.   Varli, ewil bal kişand bernameyên îsal ku dê ji ber şewba coronayê li ser înternetê bên lidarxistin û got: "Cejn di cih de ye û divê pir geştir bibe. Tê pîroz kirin, lê divê ev pîrozkirin di asteke hê jortir de were kirin. Tenê gotina 'ev roja zimanê kurdî ye' çênabe. Berhem divê werin çêkirin, bername hebin; ne bernameyê tenê ji bo rojekê, divê li gor salekê werin amadekirin. Divê her kes vê gotinê ji xwe bike; ez çawa dikarim zimanê kurdi pêş ve bibim. Zimanê kurdî çawa dikarim bidim jiyandin? Bi vî şiklî divê bername werin amadekirin. Zimanê kurdî bi peyamekê tenê nayê pîrozkirin."   ‘DIVÊ SAMÎMÎYETEKÎ JI DIL HEBE’   Varli, bal kişand ser dersên kurdî yên li ser înternetê jî û got: "Divê em weke alternatîf bibînim. Mirov dikare li ser înternetê xwe peş ve bibe, lê ew dem bûriya. Ya rastî ji dibistanê sereke heya zanîngehê divê perwerdehiya kurdî were dayîn. Ew jî ne bes e, divê pêşiya zimanê kurdî vekirîbe. Divê samîmîyeteke ji dil hebe. 20 milyon kurd perwerdeya wa li ser înternetê ne mimkun e. Înternet di destê her kurdî de nîne. Hezar kes ji bo perwerdê serî lê da ye lê bi milyona kurd hene. Heya dibistanê kurdî vebin, divê mirov wekî alternatîfekî li vê meza bikin."   ‘DIVÊ DAYIK BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN'    Varli, bal kişand ser hêla têkiliya di nav bera dayik û zarokan de û got: "Zarok perçeke ji dayikê yê. Zarok, her tiştî ji dayikê hîn dibe. Ji ber wê dayik girîng e di hêla ziman de. Dema dayik bi zarokê xwe re bi kurdî neaxife kurdî wê winda bibe. Zarok heya here dibistana sereke; çîrok, stran, helbest, pêşgotina ji dayika xwe hîn dibe. Heya zarok here dibistanê mamoste yê wan dayik e. Bila hemû dayik bi zarokê xwe re bi kurdi bi axivin."   ‘SANSÛR XILAS, OTOSANSÛR DEST PÊ KIR’   Her wiha Varli, li ser nêzîkatiya dewletê ya ji bo ziman jî sekinî û got: "Dema em li jiyana kurda û serpêhatîyên wan mêze dikin; piştî damezrandina komara Tirkiyeyê polîtîkaya dewletê sererast dibe. Yê kêmanî tune tên hesapkirin. Kêmanî her roj dibêjê 'ji ber ez tirk im pir baxtewarim.’ Apê Mûsa di bîranînên xwe de tîne ziman çawa sansûr, asîmîlasyon hatiye kirin. Lê dîsa wan dema asîmîlasyon bi ser neketiye. Dema em diçûn gund me fedî dikir bi tirkî biaxivin lê niha kurdî şerm e. Êdî sansûr xilas, otosansur dest pê kiriye. Divê ev otosansûr were sekinandin. Ji bo di ziman de pêşveçûn çêbibe astengî divê ji holê rabin û di her qadên jiyanê de kurdî were jiiyandin."   ‘BI KURDÎ XEWNAN BIBÎNE’   Varli, pêşnîyarî li ciwanê ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin kir got: "Ciwan bêguman li ser înternetê dikarin hînî ziman bibin. Le bi guhdarî tenê ne bes e. Yê hînî ziman bibe divê binivîse, guhdar bike, biaxive jî. Divê bi kurdî xewna bibîne, bi kurdî bimeşe. Pêşnîyara min e, ê du peyv kurdî zane, divê wan deyne ser hev û bi kar bîne; divê nebêje 'ez nikarim xwe bi durdî îfade bikim.' Bila kêm be, lê kurdîya şaş ji tirkîya baş çêtir e."   ‘HER ROJ BI SAETA DINIVÎSÎNIM’   Varli, anî ziman ku berî nexweşiyê li dikanêkî dixebitî û niha wextê wî yê vala pir e û got: “Heke peywirek li ser amadekariyê pirtûkê kurdî çêbibe ez dîsa dikarim amada bikim. 37 sala min perwerdaya zimanê kurdî da, ez dikarim wê bi kar bînim. Sibeha wekî ez herim kar zû radibim û li ser komputerê bi saeta dinivîsînim. Çend projeyên min î nîvco hene, ez wan didomînim. Di destê min de du heb biyografi hene, ez wan dinivîsînim. Pişt re heger ji o perwerdehiya dersa peywirek tunebe, ez ê ji bo ciwana romanekê binivîsînim."   Varli, bal kişand ser têkiliya ziman û sansûrê jî û got: "Erebeya me ser berjêr diçe. Zimanê me bi otosansûrê re wekî erebeyeke frêne wê nîne ser berjêr diçe. Dibê em taqozekî bidin pêşiya wê. Tu kes nabêje ka em zimanê we rast bikin. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin; binivîsînin, biaxivin û bijîn."   VARLİ KÎYE?   Varli, li gundê Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşa Wanê hatiye dinê. Li Enqereyê Beşa Zimanê almanî kuta kiriye. Li dibistanên dewletê mamostetiya zimanê almanî, îngilîzî û tirkî kiriye. Li zanîngeha Bîlkentê jî mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Li Enqerê di Komeleya Demokrasî û Çandê de rêvebertiyî kiriye. Tevî çend hevalên xwe pirtûka "Kurdiya Hêsa" û "Gav Bi Gav Kurdî" amade kiriye. Paşê heman pirtûk di bin banê Esntîtiya Kurdî ya Stenbolê de bi navê "Hînker" hatiye çapkirin.    MA / Emrûllah Acar