Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike 2020-05-14 09:32:08 ENQERE - Serokê Sendîkaya Dadgeran ê berê Mustafa Karadag diyar kir ku mudaxileya li dijî baroyan û rêxistinên pîşeyî dê mafê parastinê bide pelixandin û hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike. Nîqaşên li ser piştî daxuyaniya Serokkomar Erdogan a dê guhertinê di rêbaza hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî de çê bike ku ket rojevê didome. Serokê Sendîkaya Dadgeran ê berê Mustafa Karadag têkildarî mijarî axivî û diyar kir ku ev gengeşeya bûye mijar di 2014’an de hatiye rojevê û di wê demê de hevrebûna cemaeta Gulen û AKP’ê didomiya.   ‘ÎQTÎDAR DIXWAZE BAROYÊN XWE AVA BIKE’   Karadag da zanîn ku îqtîdar heta niha nikaribû rêxistinên civakî yên sivîl û odeyên pîşeyî desteser bike û got: “Ev rêxistinên pîşeyî muxalefetiyek bir cidî diafirînin. Ji odeyan bigire heta baroyan di warê hiqûqî û muxalefetiyê de hikumetê dixin zorê û hikumet jî ne li benda vê yekê bû. Ji ber vê yekê ye hikumet nikare vê rabigire. Ev gengeşe piştî ku baroya Enqereyê bertek nîşanî Diyanetê da derket holê. Berteka Baroya Enqereyê jî di cih de bû û wezîfeya xwe pêk anî. Ez vê hewldana mudaxileyê jî wek operasyona desteserkirina baroyan û odeyên pîşeyî dibînim. Heke guhertinek pêk were jî wê mafê parastinê were pelixandin. Hikumet wek ku çawa sendîkayên xwe ava kiriye, niha jî heman tiştê dixwaze ji bo odeyên pîşeyî û baroyan pêk bîne. Hikumet eşkere dixwaze baroyên hêzdar ên muxalefetê dikin dabeş bike û li gorî xwe baroyan ava bike. Dixwaze baro ango parêzer ji rayedar û îqtîdarê re bejna xwe bitewînin.”   MA / Bêrîvan Altan