Piştî 25 salan dîsa heman ambargo 2020-05-14 09:32:57 ŞIRNEX - Şêniya Kampa Mexmûrê Sûltan Yildiztan ku ji salên 90'î heya niha ji ber zext û zoriyan 7 kamp guherandine, bal kişand ser ambargoya 25 sal berê û ya niha û xwest ev yek bi dawî bibe.  Di salên 1990'î de ji ber şewitandina gundan, cinayetên kiryar nediyar û ferzkirina cerdevaniyê bi hezaran malbat ji Wan, Colemêrg û Şirnexê berê xwe dabûn welat û bajarên cuda. Hê jî ev malbat venegeriyane warên xwe û niha bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yek ji van deveran jî Kampa Mexmûrê ye. Li Mexmûrê ku 100 kîlometreyî dûr bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe ye û girêdayî bajarê Mûsilê ye, nêzî 12 hezar kes dijîn. Welatiyên li vira hem li dijî vîrûsa coronayê têddikoşin hem jî li dijî ambargoya ku ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve hatiye danîn têdikoşin.    KAMP BI KAMP GERIYANE    Yek ji malbatên ku ji mecbûrî koç kirine jî malbata Yldiztan e. Malbata Yildiztan di destpêka salên 90'î de ji navçeya Ebex a Wanê pêşî çûye Îranê û piştî demekê jî çûye Herêma Kurdistana Federe ya Kurdistanê. Li vira jî ji ber zext û zoriyan, di sala 1998'an de ji Mecbûrî diçe Kampa Mexmûrê. Dayik Sûltan Yildiztan behsa zor û zehmtiyên hatine serê wan kir.    PÊŞÎ ÇÛNE URMIYEYÊ    Dayik Yildiztan, ambargoya ku niha PDK pêk tîne şiband ambargoya sala 1995'an a li Kampa Ertûşê. Yildiztan, anî ziman ku di sala 1990'î de ji ber zext û zoriyan ji gundç Xecê xatûn ê navçeya Ebexê koçî Îranê kirine û got, wê demê ji ber ku giliyê hevjînê wê hatibû kirin hevjînê wê qaçax bû. Yildiztan, bilêv kir ku salekê li bajarê Makû û Urmiyeyê mane û gava li vira bûne bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane û got: "Ji ber vê em çûn Çiyayê Azad ê li Xakûrkê. Wan salan Tirkiye ji hewayê ve êrîş dikirin û ji ber topbaranê 13 rojan em di dibin dorpêçê de man. Ji ber van zextan em çûn Diyalayê. Li Diyalayê jî bombeberana dewleta Tirk bênavber dewam kir. Piştî hin hevdîtin bi rayedaran re hatin kirin em derbasî Zelê bûn. Li wir jî ji ber nexweşîna min tevî malbata xwe em çûn Ranyayê."    DI BOMBEBARANÊ DE KURÊ WÊ JIYANA XWE JI DEST DA    Yildiztan, destnîşan kir ku di sala 1993'yan de PDK'ê hevjînê wê radestî Tirkiyeyê kiriye û got: "Di sala 1994'an de ji ber PDK'ê careke din em çûn Zelê. Li Zelê, bi 54 balafirên şer derdor bombebaran kirin. Zarok jî di nav de 8 mirov jiyana xwe ji dest dan. Kurê min Delîl jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994'an de piştî bombebaranê Zelê hat valakirin û dîsa em hatin Ranyayê. Di 94-95'an de jî em hatin Kampa Seranîşê. Li wir malbatên ku Tirkiyeyê malên wan, gundên wan şewitandibûn û zilm li wan kiribûn jî hebûn."    LI ERTÛŞÊ 50 ROJ AMBARGO    Yildiztan, bibîr xist ku Seranîş jî hatiye bombebarankirin û got: "Li wir gelê me dest bi rojiya mirinê kir. Ev berxwedana mezin nêzî mehekê dewam kir. Wekî penaberan me mafê statuya siyasî bi dest xist. Neteweyên yekbûyî (NY), bijîşk, kon û zexîre şandin. Piştî Seranîşê em çûn Kampa Bêrsivê. Li wir jî ji ber pirsgirêka avê û şert û mercên li wir me zehmetî kişand. Ji ber zextên PDK'ê em çûn Kampa Ertûşê. Wê çaxê hevjînê min jî ji girtîgehê derket û hat cem me. PDK'ê di sala 1995'an de derdora Ertûşê girt û nêzî 50 rojan ambargo danî ser kampê. Derdora me hatibû girtin, şivanên me dihatin kuştin. Dest datanîn ser heywanên me. Welatiyên diçûn ser daran û berû berhev dikirin dihatin gulebarankirin û kuştin."    JI BERÛYAN ARVAN ÇÊKIRIN    Yildiztan, anî ziman ku di dema ambargoyê de pir tunebûyîn dîtine û got: "Zarok diçûn ser darberûyan, berû top dikirin. Ji ber ku erzaq tunebû me berû li ser agir çêdikirin, dikirin arvan. Paşê me bi vî arvanî nan çêdikir. Li ertûşê gelek mirov ji birçîna mirin, gelek jê nexweş ketin. Şêniyên bajêr li dijî ambargoyê meşek li dar xistin. Pêşmergeyên PDK'ê bi çekê bera keça bi navê Jiyan dan. Lê dîsa jî me paş ve gav neavêt û bi vî awayî ambargo rakirin. Ji ber ku êrîşên PDK'ê nediqediyan vê carê em çûn Nînovayê."    KAMPA 7'AN: MEXMÛR    Yildiztan, diyar kir ku li Nînovayê çûne Kampa Navdarê û got, li her kampê hem bi zextên PDK'ê û hem jî bi yên Tirkiyeyê re rû bi rû diman. Yildiztan, got: "Me li Nînovayê ji xwe re cihek çêkir. Lê dîsa ji ber zextên PDK'ê em mecbûr man biçin. Ji wir em çûm Kampa Navdarê. Orta zivistanê bû, baran û şilî bû, konên me tunebûn. Jinan li orta meydanê zarokên xwe anîn dinê. Paşê Iraq û NY xwestin me ji vira derxin. Lê Hewlêrê cih neda me. Em jî di sala 1998'an de hati Kampa Mexmûrê. Ev der kampa me ya 7'an e."    ZILM Û HEQARET   Yildiztan, destnîşan kir ku niha li vira jî ambargo heye û ambargoya niha şiband a li Kampa Ertûşê. Yildiztan, anî ziman ku beriya ambargoyê mirov dikaribûn biçin bajarên din bişixulin, lê belê niha nikarin. Yildiztan, diyar kir ku 10 meh in kes naxebite û got: "Ma ê mirov çawa debara xwe bikin? Dayik, ji bo ambargo bi dawî bibe çalakî li dar xistin. Me xwest em biçin serdana wan. Lê PDK'ê êrîşî me kir. Bi pora me girtin û em bi erdê ve kişandin. Tiştên anîn serê me, ew tehdeya li Tirkiyeyê li dayikên li ber girtîgehan hat kirin anî bîra me. Wê kêliyê tu ferqa polîsên tirk û pêşmegeryên PDK'ê ji hev tunebû. Ev destpêka ambargoyê bû."    TÊ XWESTIN NEXWEŞ BIMIRIN    Yildiztan, bal kişand ser rewşa nexweşên ku ji ber ambargoyê nikarin tedawî bibin û got, li kampê kesên şekir, tansiyon û pençeşêr bi wan re heye hene. Yildiztan, diyar kir ku piraniya nexweşxan nayên tedawîkirin û derman nayên peydakirin û got: "Bên ber mirinê jî destûrê nadin. Çend roj berê nexweşekî ûr di serê wî de bû diviya biçe Hewlêrê, lê nehiştin. Hat kampê, piştî rewşa wî giran bû û bi zorê bêhna wî derdiket ancax destûr dan. Ew jî hê negihîşt nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Asayîşa PDK'ê li bendê ye mirov bimirin. Ev ambargo divê bê rakirin."    ‘BIBIN YEK, AMBARGOYÊ RAKIN'    Yildiztan, anî ziman ku ji ber yekîtî tuneye ambargo heye û got: "Gelê kurd divê bi yek be. 20 sal in em li vira ne. Me jî dikaribû biçin Ewropayan. Lê ev kamp bi salan e kampa berxwedanê ye. Êrîş çi dibin bila bibin em ê terka vira nekin. Ev der ji bo aştî, biratî û yekîtiya kurdan bûye zemîn. Ligel ev qas êrîş û hene jî hê jî mirovên li vira ji bo aştî, yekîtî û demokrasiyê canê xwe kirine mertal. Em bi yek bin. Em dayik, zarok, jin bediline din nein. Ambargoya li ser vê kampê rakin. Alîkariya erzaq û dermanan bikin."    Her wiha Yildiztan, bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê jî û got: "Bicihbûna pêşmergeyan ne rast e. Niha li Kurdistanê bi dehan hêz hene. Mirovên welatperwer bertek nîşan didin. Niha Tirkiye êrîşî PKK'ê dike, wê sibê êrîşî PDK'ê bike."    MA / Mujdat Can