Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna 2020-05-14 09:34:30 AMED - Endamê Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, bal kişand ser polîsê ku li Edeneyê ciwanê Sûriyeyî Alî Hemdan kuşt û polîsê li Nisêbînê bi çekan da ser pişta zarokê 6 salî Bahoz û wiha got: "Eger ew dîmen nehatibûna parvekirin, dê der barê wan polîsan de lêpirsîn nehatibûya vekirin.  Li navçeya Nisêbînê di 25'êN Nîsanê de di dîmen de hat dîtin ku polîs çawa çekê diteqîne û daye ser pişta zarokê 6 salî B.E. û piştre wî li pey xwe kaş dike. Li Edeneyê di 27'ê Nîsanê de ciwanê 19 salî yê Sûriyeyî Alî El  Hemdan bi guleya polîsan hat kuştin. Di 22'ê Adarê de li Manîsayê kalê 65 salî Kemal Konca rastî heqareta polîsan hat. Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di navbera salên 1988-2012'an de 600 zarok mafê wan ê jiyanê hat binpêkirin. Li gorî daneya Vakfa Baran Tursun  di navbera salên 2007 û 2020'an de 93 zarok bi guleya polîsan hatin kuştin. Gelek kesên li heremê hatin kuştin bi maşîneyên zirxî û guleyên polisan hatin kuştin. Dîsa li navendên polîsan hin kes bi şik yana xwe ji dest dan.    Gelek kesên ku ji aliyê polîs û esker an jî hêzên dewletê ve hatine kuştin, piştî bûyerê der barê kujeran de lêpirsîn nehatiye vekirin. Ger ku hatibe vekirin jî nehatiye cezakirin. Tirkiye gelek caran ji ber bûyerên pêk hatin, ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa  (DMME) ve hat mahkûmkirin.    DÎMEN NEBÛYA HESAB JI POLÎS NEDIHAT XWESTIN   Li Nisêbîn, Dêrik pîştî dîmenên polîsên ku çawa tundiyê li ser welatiyan pêx dixin û li Edeneyê jî dîmenê ku polîs çawa zarok kuşt derket holê. Piştî dîmen derketin holê û bertek zêde bûn, polîs hatin binçavkirin û der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin.    Endamê Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, bal kişand ser polîsê ku li Edeneyê ciwanê Sûriyeyî Alî Hemdan kuşt û polîsê li Nisêbînê bi çekan da ser pişta zarokê 6 salî Bahoz û wiha got: "Eger ew dîmen nehatibûna parvekirin, dê der barê wan polîsan de lêpirsîn nehatibûya vekirin.    Yilmaz, anî ziman ku li Nisêbînê îdea kirin "Kevir avêtin Qeymeqamtiya Nisêbînê" û wiha got: "Em nizanin ku zarokan kevir avêtine ya na. Lê em dizanin ku di bûyerên bi heman rengî de pratîka dewletê bi yek mantiqê pêş dikeve. Dema Ugur Kaymaz kuştin çek danîn tenişta wî û gotin 'Endamê rêxistinê ye" Dema Berkin Elvan kuştin wêneyek li ser medya civakî parve kirin û xwestin xwe paqij bikin. Bi van îdeayan dixwazin ser sûcê xwe veşêrin.    HERÎ ZÊDE POLÎS Û ESKER MAFÊ JIYANÊ BINPÊ DIKIN   Yilmaz, anî ziman ku yên mafê jiyanê binpê dikin memûrê dewletê ne û wiha got: "Em dibînin ku yên van sûcan dikin nayên darizandin û lêborînê ji mexdûran naxwazin. Dîsa tazmînatê nadin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Piranî yên zarokan dikujin polîs û esker in. Wekî kuştina Ugur Kaymaz, Helin Şen endamên rêxistinê nîşan dan. Piştî zextên cemaweriyê zêde bûn hatin hînbûn ku kujer polîs in. Di dîmenan dehat dîtin ku guleya Helin kuştiye ji maşîneya zirxî derketiye. Dewlet berpirsiyarê van bûyearn e. Ji ber vê yekê xwedî erke ku van kujeran ronî bike û darizîne. Lê mixabin li şûna daxuyaniyên ku wîcdanê cemaweriyê rehet bikin nakin. Li ber çavan mafê jiyanê tê îhlalkirin. Dema zarok li sîteya xwe bi listikê dilîze bi awayekî dijminantî polîs êrîşî zarok dike. Li pişt wî gule berdide û piştre wî digire û li pey xwe kaş dike. Di dewletên kabîle de ji bûyerên bi vîrengî sûc in. Lê dewlet dibêje 'çima zarok kevir avêt' kuştina van faîlan rewa dike. Sedema vê yekê polîtîkayên ewlehiyê ye."    'POLÎS HATIBÛYA CEZAKIRIN BÛYERÊN WISA PÊK NEDIHATIN'    Yilmaz, bal kişand ser kuştina Nihat Kazanhan ê li Cizêrê bi guleya polîsan hat kuştin jî u wiha lê zêde kir: "Wê demê Walî diyar kiribû ku polîs û esker ne faîl e. Piştî lêpirsînê hat dîtin ku polîs Kazanhan kuştiye.  Polîsê ku Kazanhan kuşt, di îfadeya xwe de got 'Fermandarê min got meraq neke tişt nabe' Ji ber ku dewlet ji bo geşedanên li vir pêş dikeve wekî şer dibîne. Îro polîsên ku zarok kuştin rastî lêpirsînek li gorî hiqûqa gerdûnî hatibûya polîs li Nisêbinê wisa êrîşî zarok nedikir. Di nerîna dewletê de ev tişt asayî ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, binpêkirina mafan jî her ku diçe zêde dibe. "    DÎMENEKÎ TELEFONÊ GELEK TIŞTAN RONÎ DIKE   Yılmaz, herî dawî bal kişand ser rola medya civakî û çapemeniyê û wiha bi dawî kir: "Ev dîmenê li Nisêbînê ji aliyê welatiyekî ve hat kişandin û li ser medya civakîhat parvekirin. Welatiyek dikare bi telefonê dîmenekî bi cîhanê re parve bike. Lê  li Tirkiye wêrekiyê dixwaze. Kesên van dîmenên bi vî rengî parve dike kesên wêrek û berpirsiyar in. Dibe ku ji ber ev dîmen parve kiribin der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Dibe ku teknolojî pêş ketibe, lê ji ber lêpirsînên li ser medya civakî mirov zêde cesaret nake ku van dîmenan parve bikin. Divê her kes li dijî van bûyeran refleksên xurt nîşan bide.