Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin 2020-05-14 10:18:33   AMED – Hat hînbûna ku roja 9’ê gulanê ku li navçeya Nisêbînê ji aliyê polisan ve tundî li zarokekî hatibû kirin, li navçeya Bismîlê jî polisan tundî li zarokekî ku ji xwe re lêyîstiye kirine.   Hat hînbûn ku li navçeya Bismilê ya Amedê jî, bûyereke mîna li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku bi dîmen derketibû holê ku polisekî bi çekê berî ser pişta zarokê 8 salî B.E. dide û wî derp dike, pêk hatiye. Li gorî angaştan, bûyer li malên TOKÎ’yê yên li taxa Şentepeyê çêbûye. Di 9’ê gulanê de ku qedexeya derketina derve hebûye, zarok li ber deriyê malên xwe leyîstine û dema ku polis hatine reviyane. Li gel vê yekê jî polisan berî ser pişta zarokan daye û zarokê 8 salî E.M. girtine. Polisê bi kincên sivîl û bi navê O. piştî ku E.M. girtiye sîlekî daweşandiyê. Zarok piştî ku ji destê polis rizgar bûye bi tirs çûye malê.   ZAROK BI TIRS DIJÎ   Malbata E.M. ji ber fikara ku ji kar bê avêtin ditirse ku biaxive. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, E.M. ji ber tundiya ku le hatiye kirin hê jî gelek ditirse. Welatiyên ku tundiya li E.M. hatiye kirin bi çavên xwe dîtine, diyar kirin ku polisan berî ser pişta zarokan daye û sîleke tund daweşandiye E.M. û piştî sîleya polis E.M bi dengekî bilind kiriye qîrîn.   NE DÎMEN HEYE NE JÎ LÊPIRSÎN   Hat hînbûn ku qeyda vê tundiya polisan tuneye. Her wiha ji ber ku derbarê tundiyê de gilî nehatiye kirin, derbarê polise ku tundî li E.M kiriye de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.