Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye 2020-05-14 10:36:40 STENBOL- Nivîskar Şefîk Beyaz anî ziman ku polîtîkayên asîmlasiyonê yên li ser kurdî hê jî didomin û got, li dijî vê rêya herî baş û bibandor xwendin, nivîsand û axaftina bi kurdî ye. Gelê kurd ji sala 2006'an ve roja weşana Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'yan de ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.   Nivîskar Şefîk Beyaz ku yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, bi boneya vê rojê bal kişand ser dema avakirina enstîtuyê, zor û zehmtiyên pê re rû bi rû mabûn, helwest û tevgera wan a li dijî polîtîkayên asîmlasiyon, tunekirin û înkarkirinê.   Beyaz, ji bo dema avakirina enstîtuyê got: "Salên dawî yên serdema Ozal bûn. Wê demê Tirkiye ji hêlekê hewl dida li cîhanê derkeve pêş, hewl dida hin reformên lîberal bike, li hêla din jî li Kurdistanê zext û zorî dijwartir dikirin. Lê li hemberî vê berxwedanek jî hebû. Daxwazên tevgera azadiya kurd û pratîka wê ya li Kurdistanê û metrepolan deng vedida, moral û motîvasyona gel bilind dibû. Ev rewş kir ku rewşenbîrên kurd ên li metrepolan tev bigerin û hin saziyên çandî bên vekirin."   Beyaz, diyar kir ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di rewşeke wiha de hatibû avakirin û got, kesên li NÇM'ê dişixulî û rewşenbîrên ku têkilî bi wan re dihatin danîn, piştî çend sohbetan fikra avakirina enstîtuyê anîne ziman. Beyaz anî ziman ku wê çaxê di Rojnameya Welat de dişixulî û got: "Hevalên me yên rojnamevan, hunermend, alim, akademîsyen û gelek kesên din di avakirina enstîtuyê de cih girtin. Me hîmê xebateke xweser dihavêt. Ev meseleyek bû, lê ji bo me pir girîng bû."   KESÎ CIH NEDIDA ENSTÎTUYÊ   Beyaz da zanîn ku wan xwestiye ku Enstîtuyê li cihek ber çav ê Stenbolê vebikin lê avahiyek ku kirê bikin nedîtine û wiha behsa wan zoriyan kir: “Mesele ne madî bû. Kesek nedixwest cih bide navê Enstîtuya Kurdî. Di taliyê de me li cihek Stenbolê li ber çavan wek semta Osmanbey a Şîşliyê cihek kirê kir. Me bi beşdariya gelek kesayetên ji Kurdistan û derveyî welat hatin enstîtuyê vekir.”   ‘ARMANCA WAN EW BÛ ME JI TAQETÊ DE BIXÎNIN’   Beyaz diyar kir ku roja ewil ku Enstîtuyê vekirin tabelya wê ji aliyê polîsan ve hat daxistin û wiha got: “Di encama îtîrazên me de destûr hat dayîn ku li ber deriyê avahiyê û daîreyê were daliqandin. Lê tabelaya li dîwar daliqandî hat daxistin. Piştî çend meh şûn ve Sorokê Sazûmankar ê Enstîtuyê Mûsa Anter li Amedê hat qetilkirin. Bi ser me de girtin û hevalên me binçav kirin. Dest danîn ser arşîvên me. Hin heval ji ber xebatên enstîtuyê hatin darizandin û di hevsan de man. Armanca wan êrişan diyar bû. Çimkî Enstîtu li dijî polîtîkaya bişaftinê bû û zimanê kurdî diparast û li pêş dixistin. Vê rewşê li pêşiya polîtîkayên dewletê astengiyek derdixist. Dixwestin kurdan bê akademî, sazîbûna wan asteng bikin, bitepisînin û bi awayek fîlen enstîtuyê nedin xebitandin. Nedixwestin Enstîtuyê bigirin, çimkî enstîtuyê wek amûrek di qada navnetewî de ji xwe re bikar dianîn.”   ‘GEL HÊZ Û MOTÎVASYONÊ DIDA ME’   Beyaz anî ziman ku êriş û zextên li dijî Enstîtuyê wek parçeyek zext û êrişên li dijî gelê kurd e û wiha got: “Çimkî dewletê polîtîkaya bişaftinê bi tundiyê birêve dibir. Em jî bi hin rêbazan li dijî vê disekinînin. Me li cem daxwazên gelê xwe yên azadîxwaz cih girt û me girîngiyê da têgihiştina kadroyan. Me bi darxistina konferans û sempozyuman dengê xwe radigihand. Me peywendiyê bi sefîrxaneyan re datanîn û polîtîkaya dewletê ya li hember kurdan eşkere dikir. Me zextan bê bandor dikir. Têkoşîna gelê me ya azadîxwaz hêz û motîvasyonê dida me.”   ‘BIŞAFTIN ÎRO JÎ DIDOME’   Beyaz destnîşan kir ku îro jî polîtîkaya dewletê ya bişaftinê carna nerm carna hişk didome û got: “Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi hin xebatên xwe yên cihêreng li dijî vê disekine û di heman deme de bi derfetên gelek kêm xwe li ser pêya digire. Niha mirov dikare bêje ku hejmara, qalîte û kapasîteya kursên ziman di astek gelek baş de ye. Lê tişta me ya kêm ango kêmasiya me ew e ku em zêde xwedanasîn, sempozyum û çalakiyên wiha bikar naynin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk naxin dewrê.”   RÊYA HERÎ BI BANDOR!   Beyaz bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêya herî bi bandor a li dijî polîtîkayên bişaftinê ew e; her dayikek û bavek ku xwedî li rihê xwe derdikeve bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Her wiha dîsa her kesek kurd ku xwedî li rihê xwe derdikeve divê xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike.”