Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin 2020-05-14 11:37:59 AMED – Hat zanîn ku di pevçûna li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê de 4 eskar hatine kuştin û endamek HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat gotin endamek HPG’ê ku di pevçûnê de bi birîndarî ketiye destê eskeran îşkence lê hatiye kirin.   Hat zanîn ku hefteyek bû li sêgoşeya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewligê operasyonek “veşartî’ dihat birêvebirin û duh bi desteka helîkoptêran bi dawî bûye. Hat gotin bi sedan esker beşdarî vê operasyonê bûne. Hat zanîn ku li herêma operasyonê di 12 û 13’ê gulanê de pevçûnên dijwar qewimîne û di pevçûnê de endamek HPG’ê jiyana xwe ji dest daye û endamek HGP’ê jî bi birîndarî ketiye destê eskeran. Li gorî agahiyên çavkaniyên li herêmê ragihandin, pêr 2 esker û duh jî 2 esker di pevçûnê de hatine kuştin. Hat zanîn ku cenazeyên eskeran bi ambulansa helîkoptêrî ya eskerî ji herêma hatine wergirtin.   TÊ GOTIN ÎŞKENDE LI ENDAMÊ HPG’Ê HATIYE KIRIN   Hat ragihandin ku endamê HPG’ê ku bi birîndarî hatiye desteserkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê. Şahidên bûyerê dan zanîn ku eskeran îşkenceyek giran li endamê HPG’ê kirine û nayê zanîn ku HPG’yî yê birîndar rakirine nexweşxaneyê an jî na.   OPERASYONA LI GUNDAN BI DAWÎ BÛ   Hat zanîn ku opersyona eskerî ya çend roj berê li gundên Dêxûst, Cinezûr û Sîsê yên girêdayî navçeya Licê hatibû destpêkirin duh êvarê bi dawî bûye.