Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye 2020-05-14 12:00:30 AMED – Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir. Platformê Mîr Celadet Bedîrxan û hevalê wî bibîr anî û got têkçûna ziman têkçûna gelê kurd e. Platformê bi wesîleya 15’ê Gulanê ji raya giştî ya kurd û rayedarên dewletê daxwazên ji bo zimanê kurdî dubare kir. Platforma Zimanê Kurdî ya ku di meha cotmeha 2018’an de ji aliyê partî û rêxistinên kurdî ve li Amedê hat damezrandin bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Daxûyanî bi sernavê “Îro Roja Zimanê Kurdî Ye, Li Zimanê Xwe Xwedî derkevin!” hat belav kirin.   Daxuyaniya Platforma Ziman wiha ye:   “Di 15’ê meha Gulanê de di sala 1932’an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kiribûn. Ev kovara ku xwedî nirxên hêja bû bi salan xizmetên giranbûha kirin. Em dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geş dibe û berheman dide. Em weke Platforma Zimanê Kurdî li ber xebata Mir Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzgirtin kemberbest dibin.   BANGA LI DAYIK Û BAVAN   Di Roja Zimanê Kurdî de ku ji sala 2006’an û vir de tê pîroz kirin, em weke Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwazin bala gelê xwe bikşînin ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîkê divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendî tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jiyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikar bîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Em dizanin ku hişmendiya zimanê Kurdî bi qasî hişmendiya siyasî ji bona doza Gelê Kurdan girîng e. Gava ku zimanê me têk biçe, wê bi wextê re miletê me jî têk biçe.   DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN   Em weke Platforma Zimanê Kurdî careke din daxwazên xwe ji bona raya giştî dubare dikin;   * Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin.   * Di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin.   * Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdî weşanê xwe bikin.   * Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikar bînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikar bînin.   * Li balafirgehan, li otogaran, di otobus û minîbusan de, li sûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin.   * Ji bona zarokên xwe di dibistanan de daxwaza dersên bijarte bikin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.   Hilbet, di Roja Zimanê Kurdî de em weke Platform hinek daxwazan jî berpirs û rayedarên dewletê jî dikin;   * Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerde û zimanê fermî.   * Bila rayedarên dewletê bi fermî Saziya Zimanê Kurdî damezrînin.   * Bila rayedar û berpirsên dadgeh û zîndanan astengan ji zimanê Kurdî re dernexînin.   * Bila li balafirgeh û otogaran jî bi Kurdî anons werin kirin.   * Bila zimanê Kurdî bi serbestî were bikaranîn.   * Bila zext û zordariyên ku li ser saziyên ziman û weşanên Kurdî hene, demildest rabin.   Platforma me bi hişmendî dibêje; li vê dinyayê berê em Kurdbûn û dixwazin li vê dinyaya gewrik dîsa weke Kurd bimînin, weke Kurd bijîn û em tu caran naxwazin asimîle bibin!”