Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin' 2020-05-14 12:11:08   MÊRDÎN - Cenazeyê endamê HPG'ê Omer Duran ê ku Wezîrê Karên Hundir di sala 2018'an de got “Hat kuştin" û di şerê 6'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê defin kirin.    Di şerê 6'ê Gulanê yê li Dersîmê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji endamên HPG’ê Omer Dûran ê 39 salî bû. Malbata Omer Duran (Rêzan Mardin) di 12'ê Gulanê de çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û cenazeyê Omer Dûran wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê Duran girtin li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê spartin axê. Malbatê cenaze di bin dorpêça maşîneyên zirxî de defin kir. Destûr nedan ku cenaze bi girseyî bê definkirin.    Wezareta Karên Hundir, di 14'ê Tebaxa 2018'an de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku endamê HGP'ê Duran hatiye kuştin.