Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin 2020-05-14 15:24:07 QERS – Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ku di doza ku girtî jê dihat darizandin de, duh bi biryara “girtîgeha malê” hatibû berdanê, diyar kir ku ji ber nêrînên xwe tê darizandin û got ku dê têkoşîna xwe berdewam bike.   Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ku bi cezayê muebbetê dihat darizandin, duh daneşîna xwe ya yekemîn de bi biryara “girtîgeha malê” hatibû berdanê. Alinak, têkildarî şertên Girtîgeha Tîpa T a Qersê û doznameya xwe ya 300 rûpelî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   SERLÊDANA NY’YÊ BÛYE SEDAM ACIZIYAN   Alinak, destpêkê qala dozname û sûcdariyên derbarê xwe de kir û ev tişt got: “Ez bi sûcdariyên di doznameyê de keniyam. Lewre sûcdariyan qalikê dendikê jî têje nedikir. Bi awayekî zelal ji ber nêrînên xwe dihatim darizandin. Diyar e ku gotar û çalakiyên min ên bêîtaatiyê AKP’ê gelek aciz kiribûn. Min ji bo ku kurdî û zimanên bindest bi zimanê tirkî re wekhev bibin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû. Dozger vê serlêdana min jî weke xebateke rêxistinê derxistibû pêşberî min. Min li dadgehê jî diyar kir, li civakên herî kevnare jî qedexeya ziman tuneye, tu eleqeya vê qedexeya li ser kurdî û zimanên bindest bi mirovahî û hiqûqê re tuneye. Serlêdana min a NY’yê hin kesan gelek aciz kir. Lê em bi daxwazeke gelek maqûl û mirovî çûn NY’yê. Bi taybetî serlêdana min a NY’yê bûye sedema aciziyê. Hat armanckirin ku pêşî li van hewldanên min bê girtin.”   DERFETÊN JI PARASTINA VÎRÛSÊ TUNENE   Di berdama axaftina xwe de Alinak bal kişand ser şertên girtîgehê û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Bi 10 kesan re em li cihekî 20 metreqareyî diman. Di van şertan de parastina ji vîrûsê ne pêkan bû. Ji ber buza li hewşa girtîgehê, ez şemitîm û bi giranî tel bûm. Xwestin min bi kelemçeyê bibin nexweşxaneyê. Lê min kelemçeyê qebûl nekir. Min ê ya mirinê ya jî kelemçeyê tercîh bikira. Dengê dilê min ji min re got ku pêwîst e li şûna kelemçeyê mirinê tercîh bikim. Ji ber vê sedemê min jî kelemçeyê qebûl nekir û mirinê hilbijart. Girteka nivîskî xwestin û min jî vê qebûl kir û wisa min birin nexweşxaneyê.”   ‘HÊJî HÊVÎ HEYE’   Alinak, destnîşan kir ku dema binçavkirin û heta birina wî ya girtîgehê jî piştevaniyeke baş ji bo wî derketiye holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez spasiya HDP, CHP, ronakbir, bîrewir û çapemeniya hesas dikim. Ji gelê kurd û hemû gelên ku piştgiriya xwe aşkera kirin re jî spas dikim. Piştgiriya ku hat dayîn, li gel şertên negatîf jî derxist holê ku ji bo Pirsgirêka Kurd û mijara mafê mirovan û azadiyan hesesiyeteke mezin heye. Civak hê jî heses û zindî ye. Min vê di bertekên li dijî girtina xwe de dît. Ev jî hêvî dide. Îşaret dike ku li gel şertên negatîf jî divê em hêviya xwe biparêzin. Min li girtîgehê nobeta demokrasî û azadiyê digirt. Vê nobetê ez ê li girtîgeha malê jî berdewam bikim. Li girtîgehê min bi navê “Guherîn” romanek jî nivîsandiye û wê di demeke nêz de bê temamkirin.”   MA / Adnan Bîlen