Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye 2020-05-14 15:25:08 AMED - Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, daxuyaniya Wezareta Polîtikayên Palbat û Civakî ya “Tundiya li dijî jinê daketiye ji sedî 11'an" rexne kir. Başaran daxuyaniya Erdogan a "Em 83 milyon bûn yek dil, lê yên dixwazin perçe bikin hene"  jî rexne kir û got: "Yên esil dijminantiya Kurdan, jinan dikin û welat perçe dikin dikin îqtidar bi xwe ye." Berdevma Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran diyar kir ku di pêvajoya şewba (Covid-19) de jinan di malê de dihêlin û herî zêde şewb bandorê li ser jinan dike û wiha  got: "Li dijî şewbê tu tedbîr nehatine girtin.  Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 11'ê Gulanê de got '83 milyon bûne yek dil. Lê yên cudakariya bawerî, zayendî û nijadî dikin hene'. Yê di esasê xwe de dijminantiya jinê û kurdan dikin û welat perçe dikin îqtîdar bi xwe ye. Ji beşek welat tedbiran digirin, lê ji bo beşa din û xizanan tedbîran nagirin. Welatiyên Kurd ku welatiyên rezen ên vî welatî ne nayên dîtin. Li dijî kurdan siyaseta dijminantiyê tê meşandin. Yê siyaseta dijminatiyê dimeşîne îqtîdar bi xwe ye."    TENÊ DI NÎSANÊ DE 20 JIN HATIN QETILKIRIN   Başaran bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha lê zêde kir: "Li cîhanê her kes li dijî vîrûsê têdikoşe. Lê li Tirkiyeyê peymana Îstanbul  niqaş dikin. Tirkiye di belavkirina rûpoşan de têk çû. Li Tirkiyeyê tenê di meha nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin. Wekî hemû welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî mal ji bo jinan bûn cihekî talûke. Tundiya li dijî jinê zêde bû. Li malan tundiya fîzîkî ya li djî jinê derket ji sedi 80’ê. Tundiya derûnî derket ji sedî 93’yan. Daxwaza stargehan ji sedî 78 zêde bû. Ji 20 jinan 16 jin di malê de hatin qetilkirin."   Başaran, destnîşan kir ku di 30'ê Nîsanê de Lijneya Dozger û Hekîman (HSYK) daxuyani dan û gotin 'Di tedbîren ku di çarçoveya Zagona Hêjmar 6284'an de divê rewşa faîl jî bi wesîleya Covît-19 li ber çavan bê girtin.' Başaran got "Bi vê yeke dixwase faîl bê parastin û jin neyên parastin. Jinên serî li stargehê didin daxwazên wan li ber çavan nayên girtin. Wezareta Polîtikayên Palbat û Civakî got “Tundiya li dijî jinê daketiye ji sedî 11'an" Ev daxuyanî li gorî serlêdanên midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi nakoki ye. Rastiyê nîşan nade. Dewletê bi destê xwe mafê jinan ê jiyanê xist talûkeyê. siyaseta dimeşînin dijminantiya jinê ye. Dixwazin jin ji wan re bîatê bikin. 2 mehin em bang li Wezareta Malbat û Civaki dikin. Lê tu bersîv nedaye me.    Başaran, bal kişand ser dîmenên Ceylan Yildırim û wiha got: "Me bi hevre ev dîmen temaşe kirin. Ji aliyê mêrê ku xwest hev berdin ve hat revandin. Rastî îşkenceyê hat. Melahat, ji aliye hevjînê xwe ve rastî îşkenceyê hat. kezzap avêt ser ruyê wê. Li Dîlokê Müslüm Aslan piştî hat berdan keça xwe ya 9 salî bi îşkenceyê kuşt. Li Rizeyê Gamze Pala ji ber daxwaza Savaş Dalançıkar a hevdîtinê red kir bi rêbaza DAIŞ'ê hat kuştin. Doktor Rukiye dîsa rastî tundiya mêr hat. Li Mexmurê êrîş pêk anîn û 3 jin qetil kirin. Lê dîsa wezareta Malbat û civakî wekî serkeftinek nîşan dabe dibêje 'Me tundî daxist ji sedî 11'an.  Berpirsiyarê vana tevan îqtîdar e."   ÎQTÎDARÊ DIJMINANTIYA KURDAN BERDEWAM KIR   Başaran, diyar kir ku Îqtîdarê bê navber dijminantiya li dijî Kurdan berdewam kir û wiha bi dawî kir: "Di vê pêvajoyê de jî îqtîdarê bi heman lezê dijminantiya Kurdan kir. Minaka vêyekê tayînkirina qeyûman e. Di serdema corona de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kiri. Bi giştî qeyûm tayînî 40 şaredariyên me kirin. Ji hevyaredarên 40 şaredariyan hêj 12 hevşaredarên jin girtî ne. Yek ji vana Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevîk e. Di komkujiya Pirsûs û Enqereyê de hem keça xwe û hem jî xizmeki xwe winda kir. Niha Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk girtî ye. Li gel zagona înfazê jî dîsa nehat berdan û niha girtî ye. Bi mirinê re rû bi rû ye. Hedefa wan têkbirina pergala Hevserokatiyê ye. Naxwazin jin di mekanîzmaya biryarê de cih bigirin. Naxwazin jin di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û bibin xwedî biryar. Qeyûmên tayînî şaredariyên me hatin kirin ewil destekftiyên jinan desteser kirin. Xeta Alo Tundî girtin.    Yek ji şaredariyên me yên di nava derfetên kêm de kar dike Şaredariya Qersê ye. Lê Şaredariya Qersê ji ber xizmeta xwe ya civakî bûye hedefa medya hawiz. Dixwazin reş bikni û kirine hedef. Li gel ku Şaredariya me ya Qersê rastî hemû êrîşan tê û bi deynekî mezin şaredarî dewir girt jî Kooperatifa Jinan ava kir. Bi meclisa jinan hewl dide pirsgirêkên jinan çareser bike. Mor Cafe ya ku îqtîdarê nekarîbû ava bike ava kir. Ji bo jinan qada debarê vekir. Ji ber vê yekê dibe hedefa êrîşan."    Dîsa Şaredariya Silopi Xeta Alo Tundî ava kir. Şaredariya me ya Sêrtê Navenda Piştevaniya Jinan a Berfinê ava kir.    Dîsa niha Gulistan Doku 131 rojin agahî jê nayê stendin. Jinek ciwan a Kurd li bajarekî ku bi kamerayan tê şopandin winda ye. 131 rojin winda ye. Em ê hetadawî li Gulistan Doku bigerin û piştevaniya jinan xurt  bikin."