Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin 2020-05-14 15:27:57   ENQERE - TMMOB, TTB, TURMOB û TDB bertek nîşanî hewldana guhertina pergala hilbijartina baroyan û odeyên pîşeyî dan û gotin: “Em ê hemû rêyên demokratîk bikar bînin û ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin.”   Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Muşavîrên Darayî yên Muhasebetiya Serbest û Muşavîrên Darayî yên Sondxwarî yên Tirk (TURMOB), Yekîtiya Diransazên Tirk (TDB), têkildarî hewldana guhertina pergala hilbijartina baroyan û odeyên pîşeyî daxuyaniyek belav kirin û bertek nîşanî vê hewldanê dan.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku odeyên pîşeyî bi milyonan însan temsil dikin û saziyên Qanûna Bingehîn in û wiha hat gotin: “Em xala 135’emîn a Qanûna Bingehîn bi bîr dixin. Em dixwazin bêjin û bi bîra wan bixin em ê guhertina pergala xebat û hilbijartinên odeyên xwe qet qebûl nekin. Em ê bi hemû endam û girseya xwe, hemû rêyên demokratîk bikar bînin û ji bo rawestandina vê hewlê bixebitin.”