Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû 2020-05-14 15:55:53   WAN – Li navçeya Qelqeliyê li dijî wesayîta şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encama êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.   Li taxa Memedala a navçeya Qelqeliyê ya Wanê, li dijî wesayîta şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di wesayîta ku xebatkarên Koma Piştgiriyê ya Vefayê têdebûn de xebatkarê Şaredariya Qelqeliyê Yildirim Demîr û kesekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan û xebatkarê şaredariyê Taner Temîzer jî birîndar bû.   Hat diyarkirin ku piştî êrîşê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.