Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin 2020-05-14 16:02:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên rûyê wan bi rûpoş vîdeoyek li ser medya civakî parve kirin û gotin: "Hûn li Taxa Gazî, Iraqê, Raqqa û ku dibin bibin emê şevekê bên hesap ji we bipirsin" xwarin.    Komek endamên Ocaxa Nijadperestan û Serokê Ocaxa Nijadperestan a Qeyseriyê Serdar Turan, dema cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek birin Qeyseriyê û defin kirin, êrîşî cenaze kiribûn û gotibûn "Em ê cenaze derxin û bişewitînin". Piştî vê yekê li ser fermana Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî Serdar Turan ji peyvirê hatibû girtin. Pişti vê bûyerê kesên bi rûpoş û çek di destê wan de vîdeoyek parve kirin û gef xwarin. Kesên bi çek û rûpoş di vîdeoyê de wiha gotin: "Ger ku zerar bigeje 57'emîn alay welatê me ya Ocaxên Nijadperestan dê lûle bisircirin. Ger ku parastina nefsê bê kirin, hûn li Taxa Gazî, Iraqê, Raqqa û ku dibin bibin emê şevekê bên hesap ji we bipirsin" û gef xwarin.