Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir 2020-05-14 19:37:30     NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 635 kesên din jî bi şewbê ketin û 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 635 kesên din jî bi şewbê ketine û 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 144 hezar û 749 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 7.    Her wiha heya niha 104 hezar û 30 kes jî baş bûne.