Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin 2020-05-15 08:00:46 NAVENDA NUÇEYAN - Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin. Piştî qeyûm tayîn kirin 5 hevşaredar binçav kirin    Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de qezenç kiribûn kir. Bi vê yekê hêjmara şaredariyên HDP'ê yên qeyûm tayînî wan hati kirin derket 45'an. Wezaretê Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredardê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul û Şevşaredarê Vartînisê Casim Budak ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir. Waliye Sêrtê Valî Alî Fuat Atik tayînî Şaredariya Sêrtê, Qeymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç tayînî şaredariya Hawêlê û Qeymeqamê Misircê İhsan Emre Aydin jî tayînî Şaredariya Misircê kir. Polîsan avahiyên şaredariyê dorpêç kirin.    5 HEVŞAREDAR BINÇAV KIRIN   Piştî qeyûm tayîn kirin Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz, Hevşaredarê Misircê Baran Akgul û Hevşaredarê Vartînis a Muşê Casim Budak binçav kirin. Polisan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyên malan şikandin. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî qezenç kiribûn. Heta niha 45 şaredarî qeyûm tayîn kirin.