ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-15 09:00:23 * Ji civaknasên atolyeya Jineolojiyê Neslîhan Şendal, destnîşan kir ku di dema şewbê de li dijî şideta mêran rêbaze herî bibandor modela "xweparastin" û "jiyana hevpar a azad" e.  * Hîndekarê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak, diyar kir ku li dijî pişaftinê pêwîst e kurd bi hev re bi kurdî biaxivin, binivîsin, bijîn û got: “Bila kurd hêviyê ji çu dewlet û pergalan nekin. Gereke em li komele û saziyên xwe, li mala xwe vî karî berdewam bikin.”   *  Lutfu Hazer, hem bi îdiaya "heqaret li Serokomar Erdogan kiriye" hem jî ji ber ku Erdogan giliyê wî kiriye cezayê tazmînatê lê hat birîn. Hazer, ji ber ku nikaribû tazmînata lê hatiye birîn bide, îcra hatiye ser wî. Hazer, got: "Heger pêdiviya wî pê hebe ez ê tevî faîzê bidim. Lê ez kesekî teqawidbûyî me û 3 zarokan xwedî dikim."    * Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, der barê peyama Ocalan ya ji bo “yekitiya neteweyî” de anî ziman ku yekitî, azadiya kurda ne û got: “Birêz Ocalan, di hemû şert û mercên zor de heke yekitî xistibe rojeva xwe, nexwe ew tê wê wateyê ku ji bo kurdan bê yekitî jiyan nabe.” Her wiha Gokkan got, ji partiyên kurdan ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe.    * Di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an de dosyeya Sûat Baran a bi navê "Kitêba Elbakof" hêjayî xelatê hat dîtin.   * Derhêner Alî Kemal Çinar têkildarî kurtefîlmê xwe “Dilop” yê ku di pêvajoya coronayê de kişandî diyar kir ku fîlm çîroka malbateke xizan a ku dilop dilop têk diçe vedibêje.   * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da  û Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd, dildar û kedkarên Kurdî pîroz kir.    * Hevşaredarên Silopî dan zanîn ku tevî hemû deyn û astengiyan jî bênavber xebatên xwe didomînin û behsa xebatên xwe yên salek dawî kirin.   * AYM'ê ji bo serlêdana girtiyê nexweş Sabrî Kaya got, "Îdareya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tîne, li girtîgehê ambulans heye" û serlêdan red kir.    * Di çarçoveya Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira ya HDP’ê de li Bedlîsê 356 malbata hev dîtin.   * Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dê sazî û rêxistinên Kurdan li gelek cihan daxuyaniyê bidin û bernameyê pîrozbahiyê li dar bixin.